Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Şehîdên azadiyê bi meşeke meşaleyî hatin bîranîn

Li Bendava Tişrînê ku berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê lê dewam dike, şehîdên azadiyê yên Kurdistanê bi meşeke meşaleyî hatin bîranîn.

Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrîşên dagirkeriyê hindik maye sê mehan li pey xwe bihêle. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana şehîdgehan kir. Li Bendava Tişrînê jî gelê berxwedêr bi meşeke meşaleyî şehîdên azadiyê yên Kurdistanê bi bîr anîn.

Çalakgeran dilsoziya xwe ya bi şehîdan re anîn ziman û xwestin, cejna îsal bibe wesîleya aştî û hêviyê.