ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dagirker bi dijwarî Til Temirê bombebaran dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên nîvro de bi dijwarî dest bi bombebarankirina bajarê Til Temirê yê girêdayî Kantona Cizîrê û derdora wê kir. -
Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê: Her roj sûcê şer tê kirin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê ku ji ber komkujiya li Kobanê piraniya pîrozbahiyên Newrozê betal kir, ragihand ku li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj sûcê şer tê kirin. -
'Zarok, jin û mêr bi rengekî hov hatin qetilkirin'
Nobedarên li Bendava Tişrînê anîn ziman ku ew ê asta berxwedana xwe bilind bikin û dawî li dagirkeriyê bînin. -
Rêveberiya Xweser: Em komkujiya Kobanê bi tundî şermezar dikin
Rêveberiya Xweeseriya Demokratîk a Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Kobanê kir şermezar kir û got, "Bêdengiya li hemberî êrîşan hêzê dide dewleta Tirk ku hîn bêhtir sûcê şer bike." -
'Divê berpirsyarên komkujiyê bêne darizandin'
Nobedarên Bendava Tişrînê bi daxuyaniyekê komkujiya li Kobanê şermezar kirin û xwestin, kujer bêne darizandin. -
Newroz wê li 7 navendên kantona Cizîrê bê pîrozkirin
Bi daxuyaniyekê hate ragihandin ku Newroza îsal wê li 7 navendên kantona Cizîrê bi dirûşma "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya civaka demokratîk e" bê pîrozkirin. -
Li Rojava lêgerîna li Yekîtiya Neteweyî ya Kurd
Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd ku tê payin 20'ê Adarê pêk were, li gel afirandina fikrekî hevpar ê gelê Kurd, ji bo jinûve avakirina Sûriyeyê jî wê bi gelan re wezîfe û berpirsyariyeke mezin hilgire ser xwe. -
Gaziya şer: Divê dawî li komkujiyan were
Gaziya şer Zîlan Hesekê ya li hember komkujiya li peravên Sûriyeyê rû didin nerazîbûn nîşan da got, “Ez komkujiya li hember xelkê me yê Elewî bi tundî şermezar dikim. Divê dawî li komkujiyan were." -
Dewleta Tirk li Kobanê komkujî kir
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Berxbotanê yê Kobanê malbatek qetil kir. Di êrîşa nîvê şevê de ku bi SÎHA'yê hate kirin, dayik, bav û 7 zarok hatin qetilkirin. -
'Ev xak a me ye û em ê biparêzin!'
Edûl Xêrzada û Emîne Yasîn ên ku tevlî berxwedana Bendava Tişrînê bûne, biryardariyên xwe bi vî rengî anîn ziman, “Em xwediyên vê axê ne. Ev xak a me ye û em ê biparêzin. -
Dewleta Tirk derdora Bendava Tişrînê bombebaran dike
Balafirên şer ên dewleta Tirk derdora Bendava Tişrînê bombebaran dikin. -
Li Reqa û Kobanê merasîma ji bo şehîdan
Li Reqa û Kobanê bi merasîmên girseyî 2 şehîd hatin veşartin. -
Gelê Reqa, Tebqa û Dêrezorê Nobeta Tişrîn dewrî xelkê Firatê kir
Gelê Kantonên Reqa, Tebqa û Dêrezorê nobeta parastina Bendavê dewrî Xelkê Kantona Firatê kir. -
'Temen û gopal li pêşiya berxwedana min ne asteng e'
Berxwedana li Bendava Tişrînê bi biryardariyek mezin didome. Kalemêrê 85 sal ê ku duh tevlî kerwana gel a Kantona Firatê bibû got, “Temen û gopal li pêşiya berxwedana min ne asteng e.” -
QSD: Êrîşên dagirkeriyê zêde bûn
QSD'ê ragihand ku êrîşên hewayî û bejahî yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (SMO) yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn. -
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiya Helebceyê şermezar kir
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qurbaniyên komkujiya Helebceyê bi bîr anî û got, "Em soz didin tola komkujiya Helebceyê bi avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk a li ser esasê azadiya hemû gelan hilînin. " -
Balafirên şer ên dewleta Tirk derdora Tişrînê bombebaran kir
Balafirên dewleta Tirk a dagirker derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir -
‘Ji 7 salî heta 70 salî em ê bendava xwe biparêzin’
Gelê li Bendava Berxwedaniyê de ne anîn ziman ku heta ku bendav di bin êrîşê de be, ew ê li ber xwe bidin û gotin; “Ji 7 salî heta 70 salî em li vir in. Divê êdî em rabin ser piyan û serkeftinê misoger bikin." -
Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora Bendava Tişrînê bi çekên giran topbaran dikin. -
Rêveberiya Xweser: Em ê ji bo Sûriyeyeke demokratîk bixebitin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têkoşîna hemû pêkhateyên Sûriyeyê silav kir û li dijî cudakariyê banga Sûriyeyeke yekgirtî û demokratîk kir. -
Berxwedêrên ji Kobanê bi rê ketin, gihiştin Tişrînê
Konvoya ji Kobanê bi rê ketî, gihişt Bendava Tişrînê. -
Li Reqayê şehîd spartin axê
Li Reqayê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beşar Kidro yê ku 12’ê Adarê şehîd bû û şervanê QSD’ê Elaa El Elî yê ku 13’ê Adarê şehîd bû, li Reqayê hatin spartina axê. -
Ji Kobanê konvoya berxwedanê li ser rêya Tişrînê ye
Xelkê Kobanê ji bo beşdarî berxwedana Tişrînê bibe, bi konvoyan re bi rê ket. -
Şervanên QSD’ê 3 dagirker kuştin
QSD’ê ragihand ku di çalakiyên li dijî çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê de, 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. -
Di êrîşa DAÎŞ’ê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Bakurê Reqayê de endamekî wan şehîd bûye.