ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD’ê şehadeta 3 şervanên xwe eşkere kir
Sê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser rêya di navbera Reqa û Hesekê de ji ber qezaya trafîkê şehîd bûn. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin li dijî DAÎŞ’ê operasyon da destpêkirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin li Kampa Roj a li bajarê Dêrikê ku malbatên çeteyên DAÎŞ’ê tê de dimînin, operasyona ewlekariyê ya berfireh da destpêkirin. -
Aloziya Tirkiye-Îsraîlê wê bandoreke çawa li Sûriye û Kurdan dike?
Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku polîtîkaya berbelavbûnê ya Tirkiyeyê bi qasî Îsraîlê welatên din jî bi fikar dike. -
Ewlekariya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewrî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat kirin
Fermandariya Giştî ya YPG'ê daxuyand ku ewlekariya li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewrî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatiye kirin û da zanîn ku vekişîna qismî ya hêzên wan bi dawî bûye û hêzên mayî jî dê di rojên pêş de gav bi gav bên bicihkirin. -
Rojbûna Rêber Apo li kantona Cizîrê hat pîrozkirin
Li gelek navendên kantona Cizîrê gel ji bo 76’emîn rojbûna Rêber Apo hatin cem hev. -
Rojbûna Rêber Apo li Kobanê bi şahiyeke girseyî hate pîrozkirin
Rojbûna Rêber Apo li Kobanê bi şahiyeke girseyî hate pîrozkirin. Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4'ê Nîsanê hate pîrozkirin
Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojbûna 76'an a Rêber Apo hate pîrozkirin. Şitil hate çandin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin. -
Li Tişrînê çalakiya 4'ê Nîsanê û paqijiya biharê
Gelê ku li Bendava Tişrînê li dijî êrîşên dagirkeriyê di nobedê de ye, di 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo de paqijiya biharê kir. -
Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya 4’ê Nîsanê dar çandin
Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo şitlên daran çandin. -
Hêzên leşkerî xwe ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vedikişînin
Li gorî lihevkirina navbera Meclîsa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilatdariya Şamê, hêzên leşkerî dest bi vekişîna ji herdu taxan kirin. -
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya: Em rêveberiyeke rewa dixwazin
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya banga lihevkirineke niştimanî ya berfireh ji bo nivîsandina destûreke rewa kir. -
146 endamên QSD'ê û 97 leşkerên desthilata Şamê hatin berdan
Di çarçoveya peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê hatibû îmzekirin de, 146 girtiyên endamên QSD’ê û 97 leşkerên girêdayî desthilata Şamê hatin berdan. -
Cenazeyê şehîd Ehmed El Ewad hate veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Komando Ehmed El Ewad li Şehîdgeha Şehîd Dijwar a li Hesekê bi merasîmekê hate veşartin. -
Berxwedana gel a li Tişrînê di roja xwe ya 87’an de didome
Nobeta Berxwedanê ya ku li Bendava Tişrînê didome, 87 roj li pey xwe hişt. -
Bi wesîleya 4’ê Nîsanê li Kantona Firatê bi sedan dar hatin çandin
Bi boneya 4`ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo li gelek deverên Kantona Firatê bi sedan dar hatin çandin. -
'Dewleta Tirk ti gav ji bo mafê hêviyê ne avêtiye'
Mihemed El Neîmî diyar kir ku girtina Rêber Apo li gor zagonên hiqûqî û mirovî sûcek e û got: “Dewleta Tirk ti gav ji bo mafê hêviyê yê azadiya Rêber Apo ne avêtiye.” -
Wezîrên hikumeta nû ya Sûriyeyê û planên piştperdeyê
Li Sûriyeyê kabîneya nû hate eşkerekirin. Tê payin ku krîza navxweyî ya Sûriyeyê hîn giran bibe. Ji ber ku di nava wezaret û hikumetê de cihêrengiyên civakî nîne. -
Cenazeyên 2 şehîdan hatin veşartin
Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Mustefa (Amed) û şervanê QSD’ê Gara Qamişlo (Îbrahîm El Îbrahîm), bi merasîmekî bi heybet hatin veşartin. -
Nasnameya şehîdekî Bendava Tişrînê hate eşkerekirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûryeyê nasnameya endamekî xwe ku li eniya bendava Tişrînê şehîd bû eşkere kir. -
Êrîşa li ser goristanên şehîdan a Minbicê hate şermezarkirin
Meclîsa Malbatên Şehîdan êrîşa dewleta Tirk a li dijî goristana şehîdan a li Minbicê şermezar kir. -
Çeteyên dewleta Tirk gorên şehîdan ên li Minbicê xera kirin
Gorên şehîdan ên li Minbicê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin xerakirin. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran bi daxuyaniyan nerazîbûn nîşanî vê kiryarê dan. -
Zarîn Kobanê: Rojbûna Rêber Apo rojbûna jinên azad e
Gazî Zarîn Kobanê rojbûna Rêber Apo û salvegera damezrandina YPJ'ê pîroz kir û got, “Em weke jinên têkoşer rojbûna Rêbertiya xwe mîna rojbûna jinên azad ên serhildêr pênase dikin. Rêbertî çavkaniya jiyana azad û wekhev e.” -
Li ser statuya taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê peyman hat îmzekirin
Di navbera Meclisa Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê ya Helebê û rêveberiya demkî ya Şamê de peymana ji 14 madeyan pêk tê hat îmzekirin. -
Li Efrînê di nava mehekî de 11 kes hatin revandin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku li Efrînê ku ji 2018’an ve di dagirkeriya dewleta û çeteyên wî de ye, herî kêm 11 kes hatine revandin û 6 kes hatin êşkencekirin. -
Gel serdana şehîdgehan kir
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê, gel bi wesîleya Cejna Remezanê serdana şehîdgehan kir.