Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’
BI DÎMEN

Gel serdana şehîdgehan kir

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê, gel bi wesîleya Cejna Remezanê serdana şehîdgehan kir.

SERDANA LI GORISTANAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê gel di roja destpêkê ya Cejna Remezanê de serê sibehê serdana şehîdgehan kir.

Girseya gel li şehîdgehan ji aliyê malbatên şehîdan, rêveberên saziyên leşkerî û ewlekariyê ve hate pêşwazîkirin.

Gel kulîlk danî ser gorên şehîdan, şekir li zarokan belav kir û cejna hev pîroz kir.