Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Berxwedana gel a li Tişrînê di roja xwe ya 87’an de didome

Nobeta Berxwedanê ya ku li Bendava Tişrînê didome, 87 roj li pey xwe hişt.

Şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bênavber û ji bo parastina bendavê, çalakiya xwe ya li bendava Tişrînê ku ji 8’ê Çileyê ve destpê kir, didomînin.

Roja Sêşemê şêniyên kantonên Tebqa, Reqa û Dêrezorê gihîştin bendava Tişrînê û tevlî berxwedana parastinê bûn. Berxwedana li qadê bi biryardarî û coşeke mezin didome.