ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Foza Yûsif: Eger HTŞ bi vî rengî dewam bike wê bibe dubareya Baasê
Endama Komîteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif destnîşan kir ku destûra bingehîn a HTŞ'ê û hikumeta demkî demokratîk nînin û ragihand, ku eger bi vî rengî dewam bike wê rêveberî û aqûbeta wê mîna ya Baasê bibe. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Şervan Ocalan hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Şervan Ocalan ê di 21’ê Adarê de li Şedadê şehîd bûbû, bi merasîmekî girseyî li Helebê hat veşartin. -
Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn di encama qezayê de şehîd bû
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî wan ê li Qamişloyê di encama qezayê de şehîd bû, eşkere kir. -
Cenazeyên 2 şehîdên QSD’ê hatin veşartin
Cenazeyê şehîdên QSD’ê Dilbirîn Qamişlo û Silêman Qamişlo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hatin veşartin. -
Zanîngeha Kobanê şandeya Fînlandiya pêşwazî kir
Şandeyek ji Fînlandiyayê ji bo pergala zanîngehê nas bike û piştgiriyê bide, serdana Zanîngeha Kobanê kir. -
Şandeya Ewropayî li Rojava dest bi hevdîtinan kir
Şandeyeke 12 kesî ya ku ji welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) û ji Îngilistanê pêk tê, serdana herêma Rêveberiya Xweser kir. Tê payîn ku şande nêrînan ragihîne welatên YE’yê. -
Heyeta Parlamenter a Îngilistan û YE’yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye
Heyeta Parlamenter a Îngilistan û Yekîtiya Ewropayê (YE) piştî hevdîtinên li Başûrê Kurdistanê derbasî bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û li vir bi Nûnerên Konseya Suryaniyan û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya MSD’ê Îlham Ehmed re civiya. -
Tîmên Operasyonê yên QSD’ê şaneyek DAÎŞ'ê ya xeternak têk birin
QSD’ê ragihand ku şaneyeke DAÎŞ’ê ya ku cebilxane, teqemenî û madeyên lojîstîk ji bo êrîşî Girtîgeha Reqayê peyda dikir, bi operasyonekê hate têkbirin. -
MSD'ê civîna xwe ya asayî lidar xist
Di civîna asayî ya Meclîsa Giştî ya MSD'ê de di avakirina Sûriyeya nû, afirandina pirên baweriyê û xurtkirina nasnameya neteweyî de rola MSD'ê hate destnîşankirin. -
Rêya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştî 4 mehan vir de carek din vebû
Rêyên çûyîn û hatinê yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştî 4 mehan û vir de carek din vebû. Bendên kontrolê ji bo kontrola hevbeş vebû. -
Jinên ciwan li Helebê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Helebê bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê dem dema pêşengtiyê ye” ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan. -
Di çarçoveya peymana QSD-Şamê de sîstema perwerdeyê tê nîqaşkirin
Di çarçoveya peymana QSD û desthilata Şamê de li ser materyalên di sîstema perwerdeyê de bêne bikaranîn hevdîtinan destpê kirin. -
Li Helebê bendên hevbeş ên kontrolê hatin danîn
Li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, Hêzên Asayîşê û Hêzên Ewlekariyê yên desthilata Şamê bendên hevbeş ên kontrolê danîn. -
Li Efrînê talankirina xwezayê dewam dike
Li Efrînê ku sala 2018'an ji aliyê dewleta Tirk ve rejîmeke terorê hate avakirin, talankirina xwezayê dewam dike. Li Şerayê zêdeyî 50 darên din ên zeytûnê hatin birîn. -
Bendên kontrolê têne rakirin
Li Helebê, bendên kontrolê yên navbera taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û taxên din ên bajêr têne rakirin. -
SOHR: Li Sûriyeyê di nava 24 saetan de herî kêm 11 kes hatin kuştin
Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di nava 24 saetên dawî de di encama êrîşên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de herî kêm 11 kes hatin kuştin. -
Gelê kantona Cizîrê gihiştin Bendava Tişrînê
Gelê kantona Cizîrê û koçberên kantona Efrîn-Şehbayê ji bo ku tevlî çalakî û berxwedana Bendava Tişrînê bibin, gihîştin bendavê. -
Îlham Ehmed: Serdana Bendava Tişrînê ji bo Sûriyeya nû gaveke girîng e
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed diyar kir ku pêvajoya mitebeqetê ya bi rêveberiya Şamê re, bi serdana hevpar a ji bo Bendava Tişrînê hatiye qonaxekî girîng. -
Di navbera QSD û hikûmeta Şamê de hevdîtinek nû hat kirin
Li Hesekê di navbera QSD û hikûmeta Şamê de hevdîtinek nû hat kirin. Di civînê de navên nûnerên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo diyaloga bi desthilata Şamê re hatin eşkerekirin. -
Ji bo şehîd Ehmed Qamişlo merasîma xiyabî
Ji bo endamê Hêzên Komandos Ehmet Qamişlo yê li Tişrînê şehîd bû, li Tirbespiyê merasîma xiyabî hate lidarxistin. -
Kongra Star Dayika Uweyş bi bîr anî
Kongra Star dayika Rêber Apo Dayika Uweyş di salvegera wefata wê de bi bîr anî. -
Şehîd Ebdurehman Omer li Kobanê hate veşartin
Xelkê Kantona Firatê bi merasîmeke bi heybet endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdurehman Omer spart axê. -
Cenazeyê şehîd Zulfeqar Qamişlo bi merasîmekê hate veşartin
Şervanê QSD'ê Zulfeqar Qamişlo ku li Eyn Îsayê şehîd bû bi merasîmekê hate veşartin. Ji bo gerîlayê HPG'ê şehîd Mazlûm Yekta jî merasîma bîranînê hate lidarxistin. -
Kongreya Neteweyî ya Kurd wê hefteya bê li Rojava were lidar xistin
Hate ragihandin ku Kongreya Neteweyî ya Kurd ku hêz, partî û rêxistinên Kurd ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê demeke amadekariya wê dikin, wê hefteya bê were lidar xistin. -
Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê alîkariya mirovî ya ji bo bajarên peravê dewam dike
Alîkariya mirovî ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo bajarên peravî yên Sûriyeyê dewam dike.