Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Kongreya Neteweyî ya Kurd wê hefteya bê li Rojava were lidar xistin

Hate ragihandin ku Kongreya Neteweyî ya Kurd ku hêz, partî û rêxistinên Kurd ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê demeke amadekariya wê dikin, wê hefteya bê were lidar xistin.

Partî, hêz û rêxistinên siyasî yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyê kongreya neteweyî ya Kurd dikin. Kongrê wê hefteya bê were lidar xistin.

Çav li rê bû ku encamên dan û standinan û reşnivîsa yekitiya partî, hêz û rêxistinên Kurd di Newrozê de hatibana eşkerekirin, lê komîteya amadekar ji ber hin astengiyan eşkerekirina encamên dan û standinan taloq kiribû.

Li ser daxwaza gel; hêz, partî û rêxistinên siyasî yên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser belgeya yekitiyê li hev kir.

Li gorî berpirsan, belgeya ku partî û hêzan li serê li hev kiriye, tekeziyê li ser avakirina komîteyeke ji bo gotûbêjkirina mafên gelê Kurd bi desthilata Şamê re, bidestxistina mafên Kurdan û tevlîkirina wan di destûra nû ya Sûriyeyê de dike.

16’ê Adara îsal partiyên Kurd di civînekê de lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurd li Rojava, astengiyên li pêşiya yekrêziyê û lêkolînkirina belgeya siyasî ya ji encamên civînên berê yên di navbera aliyan de nîqaş kiribûn.