ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Koma nû nobeda berxwedana Tişrînê dewr girt
Nobeda ji bo parastona Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin 55 rojin didome. Koma nû ya kantona Cizîrê bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Tişrînê” hat pêşwazîkirin û nobed dewr girt. -
Li Tebqayê ji bo şehîd Mistefa Efrîn merasîma girseyî
Cenazeyê Şervanê QSD’ê Mistefa Efrîn (Xalid Mihemed) ê ku 27’ê Sibatê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû, li Tebqayê bi merasîmekê hate veşartin. -
Dewleta Tirk êrîşî gundekî Qereqozax kir
Hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bombe li gundekî Qereqozax barand. -
QSD: Êrîş hemû hatin têkbirin
QSD'ê ragihand ku êrîşên çeteyên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) ya ser bi dewleta Tirk ve, hatin têkbirin û SÎHA'yek hate xistin. -
Ji 4 bajaran girseya gel ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket
Ji 4 bajarên kantona Cizîrê girseya gel ji bo tevlî nobeda li Bendava Tişrînê bibe serê sibehê bi rê ket. -
QSD’ê nasnameya 7 şervanên xwe eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya 7 şervanên xwe yên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûne eşkere kir. -
Di êrîşa li ser Sirînê de welatiyek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Melha yê Sirînê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de welatiyek birîndar bû. -
Berxwedêrên Tişrînê fitarê xwe vedikin
Nobeta berxwedanê ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Bendava Tişrînê kete roja 54’an. Gel du roj in fitarê xwe li bendavê vedikin. -
Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê di roja 54’an de ye
Nobeta berxwedanê ya ku gel li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Bendava Tişrînê dayî destpêkirin, di roja 54’an de didome. -
Kobanê bi rengê 8'ê Adarê hate xemilandin
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jinên kantona Firatê bajarê xwe xemilandin. -
QSD: Êriş hatin têkbirin, herî kêm 2 çete hatin kuştin
QSD'ê ragihand ku êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li ser nuqteyên hêzên wan hatin têkbirin û herî kêm 2 çete hatin kuştin. -
Gelê Cizîrê nobeta li Bendava Tişrînê dewr girt
Gelê Cizîrê di roja 53’yan emîn a berxwedana Bendava Tişrînê de nobetê ji gelê kantona Firat dewr girt. -
Cenazeyên şehîd Cîger, Xebat û Bahoz hatin veşartin
Şêniyên Kantona Firatê û gelê ku ji Bendava Tişrînê vegeriyane, cenazeyên şehîd Cîger Kobanê, Xebat Kobanê û Bahoz Kobanê bi merasîmeke girseyî spartin axê. -
Nasnameya şehîdên Şedadê hate eşkerekirin
QSD’ê agahiyên derbarê nasnameya şervanên ku li Şedadê şehîd bûne, eşkere kir. -
QSD’ê car din êrîş têk birin
Şervanên QSD’ê êrîşên dagirkeran ên li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê têk birin. -
‘Banga Rêber Apo ji bo aramiya sedsalê nexşerêyek e’
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso diyar kir ku banga Rêber Apo ya çareseriyê ne tenê ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo aşitiya cîhanê û avakirina civaka demokratîk nexşerêyeke girîng e. Hiso got ku ji bo berdewamkirina pêvajoyê divê dîwarên Îmraliyê hilweşin. -
Gaziyên şer: Banga Rêbertî dermanê hemû pirsgirêkan e
Gaziyên şer ên banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê li ber ekranan bi komî temaşe kirin, diyar kirin ku banga Rêbert Apo dermanê hemû pirsgirêkan e û gotin, “Baweriya me bi Rêber Apo bêdawî ye. Em şoreşgerên Apoyî ne û ji her tiştî re amade ne.” -
‘Dewleta Tirk divê agirbestê ragihîne’
Ji Kongra Star Îbtîsam Hisên got, divê dewleta Tirk li hemberî PKK’ê agirbestê îlan bike. -
Dewleta Tirk li Sirînê ambarên genim bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û yên bê mirov êrîşê ambarên genim yên Sirinê kir. Di encama bombebaranê de 500 ton genim telef bûn. -
TEV-DEM'ê komkujiya li Şedadê şermezar kir
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dewleta Tirk ji ber komkujiya li Şedadê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku êrîşên dewleta Tirk bisekinîne. -
QSD: 4 drone hatin xistin
QSD'ê ragihand ku di çalakiyên parastina rewa de yên li dijî êrîşên dagirkeriyê hatin kirin 4 drone hatin xistin. -
Berxwedana Tişrînê: Konvoyeke din a gel berê xwe da qada berxwedanê
Nobeda berxwedanê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji bo parastina Bendava Tişrînê hate destpêkirin, di roja 52'emîn de bi biryar dewam dike. -
Muslim: Rêber Apo bangeke dîrokî kir, êdî dewleta Tirk divê gavê biavêje
Salih Muslim diyar kir ku eger dewleta Tirk di aliyê demokratîkbûnê de gav bavêje êdî pêdivî bi çek nîne û got, “Rêber Apo deriyê siyaseta demokratîk vekiriye û êdî dewleta Tirk divê gav bavêje.” -
Berxwedêrên Tişrînê banga dîrokî bi coş pêşwazî kirin
Berxwedêrên ku Bendava Tişrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê diparêzin, banga Rêber Apo bi coşekî mezin pêşwazî kirin. -
Gelê Kobanê: Em ê heta dawiyê li pey Rêberê xwe bin
Gelê Kobanê piştî daxuyaniya dîrokî ya Rêber Apo gotin ku ew heta dawiyê li pey Rêberê xwe ne û gotin: “Em ê ji vir û şûn de azadiya fîzîkî a Rêber Apo misoger bikin.”