ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Berxwedana Gel a li Bendava Tişrînê di roja 43'an de ye
Berxwedana gel a li Bendava Tirşînê li gel serma û seqemê jî 43 roj in li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dike. -
Ji şervana YPJ'ê Hêvî Jiyan stranek ji bo gel û hevrêyan
Li ser dengê awazan xwe ji bo cengê şer amade dikin û çekên xwe bi banga azadiyê hildidin. Bi destanên dîrokî hejayên xwe oxir dikin û di dawiyê de li ser wan awazan serketina xwe pîroz dikin. -
QSD: Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê dewam dikin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18'ê Sibatê de jî êrîşên xwe dewam kirin û bi dehan caran bombe li gelek herêman barandin. -
Dewleta Tirk bombe li du gundan barand
Hat ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bombe li du gundên Til Temirê barandin. -
Li Tişrînê hêza fermandariyê ya Rêber Efrîn
Rêber Efrîn ji fermandarekî wêdetir ji şervanan re bûye nîşaneyek. Şervanên li Tişrînê li ber xwe didin, bi bawerî û hurmeta jê re, di nava şert û mercên zehmet de motîve bûne. -
Li Hesekê 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin
QSD'ê ragihand ku li başûrê Hesekê 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatine kuştin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna ‘Bi Şamê re diyalog û agirbest’
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, MSD û QSD’ê di civînekî ku pêvajoya diyalogê ya bi rêveberiya Şamê re hat nîşaşkirin de li hev civiyan. -
Gaziyên şer serdana şîna şehîd Egîd Roj kirin
Gaziyên şer ên çûn serdana şîna şehîd Egîd Roj, diyar kirin ku wê timî di rêya şehîdan de bimeşin û tola şehîdan teqez rakin. -
YRA û YRJ: Dewleta Tirk bi êrîşkirina rojnamevanan nikare rastiyê veşêre
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) û Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê daxuyaniyeke hevpar dan û destnîşan kirin ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser rojnamevanan wê nikaribe rastiyê veşêre. -
QSD: Di nava 24 saetan de 3 çete hatin kuştin, wesayitek hate îmhakirin
QSD'ê ragihand ku di nava 24 saetan de 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û wesayiteke leşkerî hate îmhakirin. -
Ji bo tevlî berxwedana li Tişrînê bibin bi rê ket
Ji 4 bajarên kantona Cizîrê girseya gel ber bi Bendava Tişrînê bi rê ket, ku tevlî nobeda berxwedanê bibe. -
Li her goşeya tunelên berxwedanê yên Tişrînê çîrokeke nû
Şervanên li Tişrînê ji bo bicihanîna mîsyoneke dîrokî bi biryardarî tevdigerin. Ji bo pêkhatina azadî û edaletê, ew bi roleke krîtîk radibin. -
QSD’ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir: Em ê armancên wan pêk bînin
QSD’ê nasnameya 5 şervanên di berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne eşkere kir û got: “Em soza xwe dubare dikin ku heta armancên wan pêk bînin em ê rêya wan bişopînin.” -
DYE: Berpirsyarê payebilind ê Hurras El Din hate kuştin
Artêşa DYE’yê ragihand ku rayedarekî payebilind ê Hurras El Din ku baskê El Qaîde yê Sûriyeyê ye, hate kuştin. -
'Em ti carî serî ji dijmin re natewînin'
Şervana YPJ'ê ya li eniya Tişrînê diyar kir ku heta dilopeke xwîn di canê wan de hebe wê ji bo azadiyê li ber xwe bidin û hêjayî baweriya gelê xwe, Rêbertî bin û destnîşan kir ku wê ti carî serî ji dijmin re netewînin. -
YPG: Wê ked û hewldana Egîd Roj neyê jibîrkirin
Navenda Ragihandina YPG’ê ji bo rojnamevan Egîd Roj ê 15’ê Sibatê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li Tişrînê li hemberî gel pêk anî de şehîd bû, sersaxî xwest. -
Soza têkoşînê û peyama dawî ya Egîd
Rojnamevanê şoreşger ê Efrînê Egîd Roj li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bi kameraya xwe têkoşîn û hêviyên gelê xwe da nîşandan. Ew li eniyên herî pêş bû ku fedekariya şehîdan dinivîsand û di wê baweriyê de bû ku gotina azad çeka wî ya têkoşînê ye. -
QSD’ê nasnameya 7 şervanên xwe eşkere kir
QSD’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya 7 şervanên xwe yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne eşkere kir. -
Ji bo rojnamevan Egîd Roj li Hesekê şîn
Şandeyeke YRA û YRJ’ê çû serdana şîna rojnamevan Egîd Roj ê ku 15’ê Sibatê di êrîşa dewleta Tirk de hate qetilkirin. -
Ji Daîreya Çapemeniyê banga li saziyên navneteweyî
Daîreya Çapemeniyê ya Rêveberiya Xweser bang li saziyên navneteweyî kir ku li hemberî êrîşên li ser rojnamevanan bêdeng nemînin. -
TEV-DEM’ê li dijî sûcên dewleta Tirk bang li NY’ê kir
Meclîsa Çapemeniyê ya TEV-DEM’ê êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî rojnamevanan bi tundî şermezar kir û got, “Ev tirsa dewleta Tirk a ji çapemeniya azad, car din nîşan dide.” -
QSD: 2 SÎHA yên kamîkaze hatin xistin
QSD'ê ragihand ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) di nava 24 saetan de çalakî hatin kirin û 2 SÎHA hatin xistin. -
Egîd Roj: Dibe ez serketinê nebînim, lê Efrîn wê teqez rizgar bibe
Rojnamevan Egîd Roj beriya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bê qetilkirin gotibû, "Hêviyên xwe winda nekin, teqez wê serketin pêk were û em ê vegerin Efrînê." -
‘Em ê rêya Egîd Roj bidomînin’
QSD’ê rojnamevanê Çapemeniya Azad Egîd Roj ê ji aliyê dewleta Tirk ve hatî qetilkirin, bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Em soz didin ku xwedî li xeta Çapemeniya Azad derbikevin.” -
Şervana Ereb a fedaiya azadiyê: Bêrîtan Amanos
Şehîd Bêrîtan Amanos bû pêşenga jinên Ereb ên li nava refên YPJ'ê. Bêrîtan Amanos ku pêşengî ji berxwedana li Tişrîn û Qereqozaxê re kir, weke yek ji neferên têkoşîna azadiyê ya jinê tevlî karwanê nemiran bû.