ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD'ê nasnameya şehîdan eşkere kir
QSD'ê nasnameya şervanên xwe yên ku di berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê de şehîd bûn, eşkere kir. -
‘Sorxwîn û Azadî dilsozên hevalên xwe bûn’
Gaziya şer Zarîn Kobanê diyar kir ku şehîd Sorxwîn û şehîd Azadî ji hevalên gazî pir hez dikirin û got, “Em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedin. Soza serketina welatekî azad a me daye şehîdan teqez em ê bînin cih.” -
‘Em ê îsal dawî li komployê bînin û Rêber Apo car din bibînin’
Mûrşîde Resûl a ku 1992'an Rêber Apo dîtiye, got, “Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin û car din wî bibînin.” -
Parêzer Cibraîl Mustafa: Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe
Parêzer Cibraîl Mustafa, diyar kir ku siyaseta tinekirina gelê Kurd a dewleta Tirk têk çûye û got, divê tecrîd rabe û Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad be. -
Şîlan Kobanê: Ew ê timî ji bo me pêşengên azadiyê bin
Endama Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîlan Kobanê da xuyakirin ku weke gaziyên jin şehîd Sorxwîn û Azadî wê timî ji bo wan pêşengên azadiyê bin û got, “Em ê heya dawiyê têkoşîna wan bidomînin. Em ê ala Sorxwîn û Azadî timî bilind bikin.” -
‘Hevrê Sorxwîn û Azadî rêya me rohnî dikin’
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Sorxwîn û Azadî bibîr anî û got, “Bicihanîna hêvî û armancên wan wezîfeya me ya herî esasî ye. Em ê tola wan rakin, welatekî azad ê tevahî gel û bawerî di nav de bi xwişk û biratî bijîn ava bikin." -
Mûnzûr: Em 15'ê Sibatê bikin roja azadiya fîzîkî ya Rêber Apo
Ferzende Mûnzûr ragihand ku di sala 27'an a komployê de divê azadiya Rêber Apo bê pêkanîn û got, "Çawa ku 15'ê Sibatê ji bo gelê Kurd weke rojeke reş hate ragihandin, 15'ê Sibata 2025'an jî divê veguhere roja ronahiyê ya gelan." -
Cenazeyê şervanê QSD'ê Zana Qamişlo hat veşartin
Şêniyên Qamişlo cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Zana Qamişlo bu bi tilîliyan veşartin û ji bo şehîd Reşo Qamişlo jî merasîma xiyabî li dar xistin. -
Li Hesekê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin û 5 çete hatin girtin
Hêzên Komandos ên girêdayî QSD’ê di operasyona li bejahiya Mergeda ya başûrê Hesekê de 2 çeteyên DAIŞ’ê kuştin û 5 çete jî dîl girtin. -
Dewleta Tirk gundê Eyn Îsayê bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bombe li ser gundê Eyn Îsayê barandin. -
QSD: 3 çete hatin kuştin, wesayiteke leşkerî hate îmhakirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) de 3 çete hatin kuştin, wesayiteke leşkerî jî hate îmhakirin. -
Pitika 2 salî ya birîndar bûbû şehîd bû
Pitika 2 salî ya bi navê Ceylan Hemo ya di êrîşa duh a dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Aşmê yê Kobanê de birîndar bûbû, îro şehîd bû. -
Dagirkeran bombe li gundên Kobanê barandin
Dewleta Tirk a dagirker bi obusan gundên Kobanê bombebaran dike. -
Cenazeyê şehîd Xelîl hate veşartin, 2 şehîd hatin bîranîn
Xelkê Kantona Firatê bi merasîmeke biheybet, şehîd Xelîl Bozî spart axê û ji bo şehîd Fêsel û Dilşêr Kobanê merasîmeke xiyabî hat lidarxistin. -
‘Têkoşîn û berxwedan ji bo vegera li Efrînê ye’
Koçberên Efrîn-Şehba diyar kirin ku gelê Efrînê ev 8 sal in koçber in, lê rûxmî vê yekê ew bi berxwedaniya xwe dibin bersiv ji dijmin re û wiha gotin: “Dewamkirina Têkoşîn û berxwedaniyê ji bo vegera Efrînê ye.” -
QSD'ê bîlançoya 24 saetan eşkere kir
QSD'ê bîlançoya şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) eşkere kir. Li gorî vê yekê, 5 leşkerên Tirk birîndar bûn, wesayiteke leşkerî jî hate îmhakirin. -
Nasnameya şehîdên QSD'ê hate eşkerekirin
Nasnameya 8 şervanên QSD'ê hate eşkerekirin ku di dem û cihê cuda de şehîd bûn. -
'Bi wê hêviyê dijîm ku careke din Rêber Apo bibînim'
Meryem Henan ku di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê de birîndar bû, anî ziman ku wê Rêber Apo yekemcar di 15'ê Tebaxa 1991'ê de li Lubnanê dît û got, "Bi hêviya ku careke din Rêber Apo bibînim, dijîm." -
Stêrk Gulo: Jiyana Azîz Koyluoglû bi lêgerîna li azadiyê hatibû hûnandin
Rojnamevan Stêrk Gulo diyar kir ku jiyana rojnamevan Şehîd Azîz Koyluoglû bi lêgerîna li azadiyê hate hûnandin û got, "Hevrê Azîz bi sedan rojnamevanên azad gihand û nasnameya wê yekê afirand ku mejiyekî azad û demokratîk çawa dikare bê afirandin." -
Dewleta Tirk li Tebqayê sivîlek qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker gundewarê Tebqayê bombebaran kir. Di encama êrîşê de li gundê Xatûniyê sivîlek hat qetilkirin. -
Dagirkeran tankereke avê bombebaran kirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Eboş ê di navbera bajarên Til Temir û Zirganê de tankereke avê bombebaran kir û di encamê de zirarên madî çêbûn. -
Serdana konê sersaxiyê ya ji bo şehîdên HRE’yê hate kirin
Xelkê kantona Tebqa û koçberên kantona Efrîn û Şehbayê serdana konê sersaxiyê ya şehîdên HRE’yê kirin û sersaxî dan malbatan. -
Cenazeyê şehîd Beşar hate veşartin, şehîd Hisên hate bibîranîn
Cenazeyê şehîdê QSD’ê Beşar (Mihemed Selal) li goristana Şedadê hate veşartin. Şehîd Hisên (Mihemed Ugla El Îbrahîm) jî hate bîranîn. -
Dewleta Tirk êrîşî gundekî Kobanê kir: 9 welatî birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov êrîşî gundê Emşa Iwêna yê li Başûrê Kobanê kir. Di encama êrîşê de 9 welatî birîndar bûn ku piranî jê zarok in. -
YRA: Em ê li ser rêya şehîdan dewam bikin
YRA’yê got, “Em dixwazin soza xwe dubare bikin ku em ê li ser rêya şehîdên xwe, têkoşîna xwe bi rengekî hîn xurttir bidomînin. Ji bo deşîfrekirina rûyê rast ê dijmin, em ê li ser rêya şehîdan dewam bikin.”