ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD: 2 çete hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn
QSD'ê ragihand ku di şer û çalakiyên bersivdanê yên hêzên wan de 2 çeteyên êrişkar hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku 2 drone jî hatin xistin. -
Ji sûcdarekî şer ber bi serokatiya Sûriyeyê ve: Colanî
Pêşî dixwest xwe veşêre, lê bi demê re navbera xwe û kamerayan xweş kir, kum û cilên leşkerî ji xwe kirin û dest bi li berkirina çakêtê çermîn kir. Li herêmên di bin rêveberiya HTŞ’ê û Colanî de qaîdeyên şerîatê dihatin sepandin. -
Rojava: Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dema nû
Berxwedana li derdora Bendava Tişrîn, Qereqozax û Minbicê pêş ketî, tenê ne parastineke leşkerî, di heman demê de îradeya şoreşgerî ya gelê Kurd nîşan dide. -
SOHR: Di nava mehekê de 300 çete hatin kuştin, 52 sivîl hatin qetilkirin
Li gorî Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji meha Çileyê û vir ve 300 çete hatin kuştin, di encama êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de 52 sivîl hatin qetilkirin û 40 şevanên YPJ û QSD'ê jî şehîd bûn. -
Cenazeyên şehîd Dildar û Kendal li Dirbêsiyê hatin veşartin
Bi sedan xelkê bajarê Dirbêsiyê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cenazeyên 2 şervanên QSDˋê şehîd Dildar Dirbêsiyê û Kendal Kobanê veşartin. -
Berxwedana gel a li Tişrînê bi şev jî berdewam dike
Gel ê ku li Bendava Tişrînê di nobetê de ne di bin bombebaranê de derdor paqij kirin. Coşa berxwedanê bi şev jî berdewam kir. -
Hêzên HTŞ’ê 3 kes ji Qamişloyê revandin
Hêzên desthilata Şamê 3 welatiyên ji kantona Cizîrê, dema ji Şamê vedigerîn, revandin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Aram Hesekê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Aram Hesekê ku li Zirganê şehîd bûbû, li Şedadê hat veşatin. -
Şervanê HAT’ê Şerger şehîd bû
Fermandariya Giştî ya HAT’ê ragihand ku şervanê wan Şiyar Bozan li pira Qereqozaxê şehîd bû. -
Rêveberiya Xweser ji bo kongreya li Şamê pêk hatî daxuyanî da
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî 'Kongreya Serkeftinê' ku çend roj berê li Şamê hatibû lidarxistin û biryarên ku di kongreyê de hatin girtin, daxuyaniyek da. -
Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê li Sirînê meşiyan
Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrîşan û qetilkirina sivîlan meşiyan. -
Berxwedana gel a li Tişrînê di roja 26’an de ye
Çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatî destpêkirin, bi biryardarî didome. -
QSD: 5 dagirker hatin kuştin
QSD’ê ragihand ku di çalakiya li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker û SMO’yê hatî kirin de, leşkerekî Tirk û 4 çete hatin kuştin. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Li Aşmê 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşa li gundê Aşmê ji aliyê dewleta Tirk ve hatî kirin, şermezar kir. -
QSD’ê nasnameya 9 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 9 şervanên ku di mehên Kanûn û Çileyê de şehîd bûne, eşkere kir. -
‘Dewleta Tirk rojê bi sedan car êrîşî sivîlan dike’
Dewleta Tirk a dagirker duh bi şevê li gundê Aşmê yê rojavayê bajarê Kobanê maleke welatiyan bi balafirên şer bombebaran kir. Di êrîşê de 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn. Dayika du birîndaran, diyar kir ku dewleta Tirk rojê bi sedan car êrîşî wan dike. -
Mele Omer: Ev berxwedanî ji bo me yan hebûne yan nebûne
Mele Omer Hamid da zanîn ku ew ê wek gel ti carî dest ji parastina axa xwe bernedin û got: “Ev berxwedanî ji bo me yan hebûne yan nebûne.” -
‘Li Bendava Tişrînê şerê gel ê şoreşgerî tê meşandin’
Endama Koodînasyona kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên, destnîşan kir ku li Bendava Tişrînê Şerê Gel ê Şoreşgerî tê meşandin û got ku ew ê heta dawî xwedî li destektî, ax, av û elektrîka xwe derkevin. -
‘Bi ruh û biryardariya Viyanan em ê bigihîjin serketinê’
Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakvana fedayî Viyana Soran bi bîr anî û got, “Divê bi îrade, hêz û hêviyên heval Viyan em xwedî li şoreşa di pêşengiya jinan de ava bûye derkevin." -
Dewleta Tirk li gundê Aşmê malekî welatiyan bombebaran kir: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Aşmê yê rojavayî bajarê Kobanê malekî welatiyan bombebaran kir. Di êrîşê de 7 zarok bi giştî 10 kes birîndar bûn. -
HTŞ’ê li Hamayê 4 Elewî qetil kir
Endamên HTŞ’ê li gundê Tel Dahab ê Hamayê komkujiyeke nû ya Elewiyan kir. -
QSD: Gelek çete hatin kuştin û 2 tank hatin rûxandin
QSD’ê ragihand ku di çalakiyên li dijî dewleta Tirk a dagirker û Artêşa Neteweyî ya Sûriye (SMO) de gelek çete hatine kuştin, 2 tank û gelek wesayîtên leşkerî hatine rûxandin. -
Cenazeyê şehîd Rêdûr Helinc hate veşartin
Xelkê Kobanê cenazeyê Endamê Hêzên Komandos şehîd Rêdûr Helinc spart axê. -
Cenazeyên 2 şehîdên QSD’ê hatin veşartin
Li Hesekê cenazeyên 2 şehîdên QSD’ê hatin veşartin. -
Xelkê Reqayê şehîdê xwe spart axê
Xelkê Reqayê şehîd Beşar Xilêf El Seyah spart axê.