ROJAVA-SÛRIYE
Şêniyên gundê Şêxûrza Jorîn ê navçeya Bilbilê ya Efrînê diyar kirin ku baregeha dewleta Tirk hîn nehatiye valakirin û ji ber hebûna baregehê gundî nikarin vegerin malên xwe.
YPJ‘ê 14 saliya Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir ku Şoreşa Rojava li hemberî pergala desthildar û hegemon bersiva gelên azadîxwaz e û bi navê azadiya gelan di dîrokê de rûpeleke nû vekir.
6’emîn Festîvala Şehîd Zîlan, ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve hatiye birêxistinkirin, li bajarê Kobaniyê bi beşdariyeke berfireh a gel dest pê kir.
Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) li bajarên Dêrik, Girkê Legê û Til Temirê yên Rojavayê Kurdistanê hate bîranîn.
Şahidên komkujiya Kobanê, tevî salên derbasbûyî jî nikarin êşa ku kişandine ji bîr bikin. Welatiyên ku endamên malbata xwe winda kirine û bi çavên serê xwe şahidiya komkujiyê kirine dibêjin ku ew roj di bîra wan de hê jî zindî ye.
Hemû Nûçe
-
‘Em ê al û pênûsa heval Azîz li erdê nehêlin’
Navenda Ragihandinê ya Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qetilkirina rojnamevan Azîz Koyluoglû yê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû, şermezar kir û got, "Em dizanin ku tenê bi mezinkirina têkoşîn û berxwedanê em ê karibin bibin layiqî şehîdên xwe."
-
-
Li Rojava berxwedana jinê: Li dijî zilmê têkoşîna azadiyê
Aktivîsta Kongra Îslama Demokratîk Hatîce Kavran, destnîşan kir ku komên cîhadîst ên girêdayî Tirkiyeyê, bi awayekî sîstematîk jinên Kurd hedef digirin û got ku berxwedana jinan ev yek derbas kiriye û veguheriye tevgereke azadiyê ya civakî û îdeolojîk.
-
-
-
-
Ferhat Şamî: Tîmeke MÎT’a Tirk di destê hêzên me de ye
Berdevkê Ragihandina QSD’ê Ferhat Şamî diyar kir ku di êrîşên ser Bendava Tişrînê û Qereqozaxê de tîmeke MÎT’a Tirk heye û got: “Ev tîma MÎT’ê ya Tirk niha di destê hêzên me de ne. Em ê di rojên pêş de belgeyan bi raya giştî parve bikin.”
-
QSD’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
QSD’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên di berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û Kobanê de şehîd bûbûn, eşkere kir.
-
QSD: 9 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku di berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, di nava 24 saetên dawî de herî kêm 9 çete hatin kuştin.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
QSD'ê nasnameya 8 şehîdan eşkere kir
QSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 8 şervanên wan di berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û têkoşîna li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bûne.
-
Durzî yên ku li Sûriyeyê daxwaza jiyaneke xweser dikin, kî ne?
Durzî xwedî yekîneyên xweparastinê ne ku ji sê tûgayan pêk tên û li her gund û taxê hatine birêxistinkirin. Xwedî wê kapasîteyê ne ku li dijî destwerdaneke gengaz a HTŞ'ê li ber xwe bidin. Ti carî teslîmî hêzekê nebûne û xwestine bi rengekî xweser bijîn.
-
3 gundên Til Temirê tên topbarankirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 gundên li gundewarê rojava û bakurê bajarê Til Temirê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çekên giran topbaran dikin.
-
-
-
-
HRE'yê nasnameya 8 şehîdan eşkere kir
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) nasnameya 8 şervanên xwe eşkere kir ku di navbera 1-2'ê Kanûna 2024'an de di berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûn.
-