Zarokê 8 salî yê di komkujiya Sirînê de birîndar bibû, şehîd bû

Ehmed Muyeser El Reman (8) ê ku di encama bomberbarana dewleta Tirk a dagirker li ser sûka Sirînê birîndar bibû, îro şehîd bû. Bi vê re hejmara kesên di komkujiyê de şehîd bûn derket 13’an.

KOMKUJIYA SIRÎNÊ

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker di 28ˋ'ê Çileyê de sûka gel a li bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê bombebaran kiribû û di encamê de 12 welatî şehîd bûn. Îro jî zarokê 8 salî yê birîndar şehîd bû û hejmara şehîdan bû 13.

Ehmed Muyeser El Reman li nexweşxaneyeke Reqayê dihat tedawîkirin, lê tevî hemû mudaxileyên tibî, îro şehîd bû.