ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ji 35 partiyên siyasî û tevgeran daxuyaniya ‘Kongreya Diyaloga Niştîmanî’
35 partî û tevgerên siyasî yên Sûriyeyê diyar kirin ku kongreya ku tê de nûnertiya hemû pêkhateyan tine be, bê encame û encamnameya wê jî bê wate ye. -
Li Hesekê ji bo 2 şehîdan merasîm hate lidarxistin
Ji bo şervanê QSD'ê Hedem Gabar û endamê Hêzên Xweparastinê Mihemed Ehmed El Hemada yên li Dêr Hafir û Hesekê şehîd bûn, li Hesekê merasîmek hate lidarxistin. -
Berxwedana gel a li Tişrînê 48 roj in dewam dike
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo parastina Bendava Tişrînê 48 roj in dewam dike. -
Cenazeyê şehîd Rêzan Orkêş hate veşartin
Ji fermandarên QSD'ê cenazeyê şehîd Rêzan Orkêş li Amûdê bi merasîmekê hate veşartin. -
Ji QSD'ê bîlançoya rojane: Êrîş hatin şikandin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê ragihand ku êrîşên 23'ê Sibatê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Tişrîn, Qereqozax û Dêr Hafirê hatin şikandin. -
Êrîşên dagirkeran ên li ser Tişrîn û Qereqozaxê careke din hatin şikandin
Navenda Çapemeniyê ya QSD'ê ragihand ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tirşînê û Pira Qereqozaxê careke din hatine şikandin. -
Jinên Rewşenbîr: Mifteya çareseriyê Rêber Apo ye
Leyla Ibrahîm û Anahîta Sîno diyar kirin ku di vê pêvajoyê de azadiya Rêber Apo pir girîng e û gotin, mifteya çereseriyê Rêber Apo ye. -
'Egîd ji bo gel û şervanan li ber xwe da'
Nûçegihana Ronahî TV’yê Hêvîdar Heranî qala Şehîd Egîd Roj kir ku li Bendava Tişrînê hate qetilkirin û got, Egîd Roj her gavê li kêleka gelê xwe bû. -
Koma nû gihîşt Bendava Tişrînê
Kerwanê ku ji bo nobedê dewr bigire ji Tebqa û Reqayê bi rê ketibûn, gihîşt Bendava Tişrînê. -
Li Kobanê cenazeyên 2 şehîdan hatin veşartin
Cenazeyên Şervanê QSD’ê Qehreman Êlcax ê li Kobanê şehîd bû û endamê Hêzên Komandos Qendîl Xizênê yê li Helebê şehîd bû, hatin veşartin. -
Ji bo tevlî berxwedana li Bendava Tişrîn bibin, bi rê ketin
Şêniyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo berxwedana li Bendava Tişrîn dewr bigirin, bi rê ketin. -
QSD’ê şehadeta Rêzan Orkeş û Herdem Gabar ragihand
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku di berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker de herdem Gabar û Rêzan Orkeş şehîd bûne. -
MSD’ê panela ‘Sûriye û perspektîfên çareseriyê’ lidar xist
MSD’ê panela bi sernavê ‘Sûriye û perspektîfên çareseriyê’ lidar xist. Di panelê de, hat destnîşankirin ku berdewama şer û pevçûnên li Sûriyeyê wê rê li ber krîzên mezintir veke û behsa rêyên çareseriyê hat kirin. -
QSD’ê nasnameya 5 şervanên xwe yên şehîd bûne eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanên xwe yên di şer û pevçûnên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne, eşkere kir. -
Başûrê Sirînê bi balafirên şer hate bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer bombe li başûrê Sirînê barand. -
QSD: Dagirkeran êrîş bir ser Tişrîn, Qereqozax û Dêr Hafirê
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku roja 20’ê Sibatê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrîşên xwe yên li ser Bendava Tişrîn, Qereqozax û Dêr Hafirê domandine. -
Cenazeyê Şehîd Rêzan Silêman li Qamişloyê hate veşartin
Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Rêzan Behcet Silêman ku di encama qezayekî de şehîd bû, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hat veşartin. -
Hêzên operasyonê yên QSD'ê li Reqayê şaneya DAÎŞ'ê têk birin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) li Reqayê şaneyeke çeteyên DAÎŞ'ê têk birin. -
QSD: Li derdora bendavê 2 drone hatin xistin
Navenda Çapemeniyê ya QSD'ê diyar kir ku li derdora bendava Tişrînê 2 amûrên hewayî yên bê mirov ên hêzên dagirker hatin xistin. -
Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Rêzan Silêman li ediyeyê dema hewl dida tevlîheviyê asteng bike di encama qezayê de şehîd bû. -
'Em ê gelê xwe û axa xwe biparêzin'
Şervana YPJ’ê Bîşeng Çiya ku di eniyên bendava Berxwedanê de cih digire, diyar kir ku bi qasî ku gel li pişta wan bin serkeftin wê tim para wan be û got: “Em sozdarên gelê xwe ne û heta kêliya dawî ew ê bi vîn û baweriya gel li ber xwe bidin.” -
Ronahiyek ji Tişrînê derbas bû
Yên ku Tebqa, Reqa û Dêrazor dîtine, zanin ku Ronahiyek (Arşîn Hisên) ji vê xakê derbas bûye. Gel timî qala biryardariya wê dike. Girîngî da avakirina pirekê di navbera gelên Kurd û Ereb de û pêşengî ji afirandina têkiliyên civakî re kir. -
Koma nobedarên Tişrînê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin
Koma ku ev 5 roj bûn li Bendava Tişrînê li ber xwe dida, vegeriya bajarê Qamişloyê û li wir bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. -
Li Til Hemîsê ji bo şehîdan merasîma girseyî
Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalid El Omer ku 29’ê Kanûna 2024’an li Minbicê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbû, îro li Goristana şehîdan a Til Hemîsê hate veşartin. -
Nasnameya endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê şehîd bû hate eşkerekirin
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Xalid El Omerî li Minbicê şehîd bûye.