QSD’ê nasnameya 5 şervanên xwe yên şehîd bûne eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanên xwe yên di şer û pevçûnên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûryeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şevanên xwe yên di şer û pevçûnên li dijî artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê de şehîd bûne eşkere kir.

Di daxuyaniya QSD’ê hate gotin ku şervanên QSD’ê Qehraman Îlcax/Salih Muslim Selîm, Ebûd/Mohammed Ziyad El Hesen El Xenam, Xalid/Mihemed Mehmûd Hesen, Elî Cîcîk/Mihemed Nûrî Hisên, Hogir Hesekê/Mihemed Xalid Nasif Hesûn El Nasif, di eniyên berxwedanê yên li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de, heta kêliyên dawî li ber xwe dan û şehîd bûn.

QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soz da ku li ser şopa şehîdan, heta serkeftinê li ber xwe bibin.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Qehreman Îlcax

Nav û paşnav: Salih Mihemed Selîm

Navê dayikê: Eyşe

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Kobanê - Şêxler / El Şiyûx - 20 Sibat 2025

Nasnav: Ebûd

Nav û paşnav: Mihemed Ziyad El Hesen El Xenam

Navê dayikê: Newal

Navê bav: Ziyad

Cihê jidayikbûnê: Dêrezorê

Cih û dîroka şehadetê: Dêr Hafir - 25ê Kanûna 2024

Nasnav: Xalid

Nav û paşnav: Mihemed Mehmûd Hesen

Navê dayikê: Semîra

Navê bav: Mehmûd

Cihê jidayikbûnê: Şedadê

Cih û dîroka şehadetê: Dêr Hafir - 25ê Kanûna  2024

Nasnav : Elî Çîçek

Nav û paşnav: Mihemed Nûrî Hisên

Navê dayikê: Sebah

Navê bav: Nûrî

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrîn - 31.12.2024

Nasnav: Hogir Hesekê

Nav û paşnav: Mihemed Xalid Nasîf Hesen El Nasîf

Navê dayikê: Şehnaz

Navê bav: Nasîf

Cihê jidayikbûnê: Dêrezorê

Cih û dîroka şehadetê: Tebqa - Gundê Mehmûdiyê - 28 Kanûn 2024"