ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
'Em ê azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dabîn bikin û Kurdistana xwe jî ava bikin'
Dayika sê şehîdan Helîma Reşa anî ziman ku ew ê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re Kurdistanê jî azad bikin. -
Şervanên QSD'ê hatin bîranîn
Şervanên QSD'ê Delîl Rimêlan, Şervan Koçer û Şahîn Çilaxa ku di encama êrîşa dagirkeran de li eniya Bendava Tişrînê şehîd bûn li Dêrikê bi merasîmekê hatin bîranîn. -
'Em bi kêfxweşî û coşek mezin li benda daxuyaniya Rêber Apo ne'
Jinên kobanê, diyar kirin ku ew bi kelecaneke mezin li benda daxuyaniya dîrokî ya Rêber Apo ne û gotin, “Rêber Apo çi bibêje em ê li gorî wê tev bigerin.” -
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bi zindî li banga dîrokî temaşe bikin
Banga dîrokî ya Rêber Apo ku tê payin îro bê kirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bi rengekî zindî bê şopandin. -
QSD: 2 wesayitên leşkerî hatin îmhakirin
Şervanên QSD'ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) şikandin û 2 wesayitên leşkerî îmha kirin. -
'Pêwîst e em perdeya tirsê biqetînin û siyasetên qirêj têk bibin'
Nasir Nasir da zanîn ku pêwîst e Sûriyeyeke azad û demokratîk were avakirin û wiha got: "Pêwîst e em perdeya tirsê biqetînin û siyasetên qirêj têk bibin." -
'Mifteya çareseriyê Rêber Apo ye'
Welatparêzê bi navê Şêx Ehmed Hemo, behsa rola Rêber Apo û bandora wî ya li ser civakan kir û got, “Mifteya çareseriyê Rêber Apo ye. Divê êdî azadiya wî ya fîzîkî bê misogerkirin.” -
Rêveberiya Xweser der barê komkujiya li Şedadê de daxuyanî da
Rêveberiya Xweser êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker li ser çola Riwêşîd a herêma Şedadê ya başûrê Hesekê ku di encamê de 12 kes şehîd bûn, şermezar kir. -
QSD'ê nasnameyên 6 şehîdan eşkere kir
QSD'ê nasnameyên 6 şervanên ku di êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê (SMO) de şehîd bibûn, eşkere kir. -
TEV-DEM: Em kongreya li Şamê red dikin
TEV-DEM'ê "Kongreya Diyaloga Niştîmanî" ya li Şamê red kir û got: “Di wê kongreyê de nûnertiya gelê Sûriyeyê nehat kirin.” -
Dewleta Tirk li çoltera Riwêşidê 12 kes qetil kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker çoltera Riwêşid a başûrê Şedadê ya Kantona Cizîrê di nav de 4 şervanên QSD’ê, 2 şivan û 12 kes qetil kir. -
Li Eyn Îsayê 3 gund hatin bombebaran kirin
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov 3 gundên rojhilatê Eyn Îsayê bombebaran kirin. -
MSD: Kongreya li Şamê tenê tedbîreke şeklî bû
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) diyar kir ku "Kongreya Diyaloga Niştîmanî" ya li Şamê hat lidarxistin, tenê tedbîreke şeklî ye û got, “Di vê kongreyê de tu dozên çarenûsî û siberoja Sûriyeyê bi cidî nehatin destgirtin.” -
QSD’ê nasnameyê 3 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nasnameyên 3 şervanên ku di mehên Kanûn, Çile û Sibatê de şehîd bûne, eşkere kir. -
Li Reqayê ji bo şehîd Beşar El Îbrahîm merasîma girseyî
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Beşar Ebdulselam El Îbrahîm li Reqayê bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Zeynep Celaliyan: Em bibin yek û bi yek dengî biqîrin
Zeynep Celaliyan bi wesîleya zindanîkirina wan a li Girtîgeha Yezîd nameyek şand û li dijî darvekirinên li hemberî gelên Rojhilat û Îranê banga yekbûnê kir. -
QSD'ê rê neda dagirkeran
QSD'ê ragihand ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) yên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê hatine şikandin. -
Canda Mihemed: Bi diyalogê wê her tişt çareser bibe
Canda Mihemed diyar kir ku pêwîste ev hikumeta nû ya Sûriyeyê tevahî pêkhateyan di nava xwe de bihewîne û wiha got: “Bi diyalogê wê her tişt çareser bibe.” -
Ji Efrînê ta Bendava Tişrînê Şervanê heqîqetê; Egîd Roj
Hevrêya şehîd Egîd Roj, rojnamevan Lîlav Elî ku demekê dirêj hevdû nasdikirin diyar kir ku rojnamevan Egîd Roj ji Efrînê û heya Bendava Tişrînê kêliyên berxwedanê belge kir û got: "Egîd Roj, bi kesayeta xwe Egîdekî rastiyê afirandibû." -
Rêveberiya Xweser: Em ê nebin parçeyeke ji kongreya ku têde nûnertiya me nayê kirin
Rêveberiya Xweser diyar kir ku Kongreya Diyaloga Niştîmanî ya Sûriyeyê nûnertiya gelê Sûriyeyê nake û got: “Em ji naveroka vê kongreyê ne razî ne û em nabin beşek ji pêkanîna encamên wê.” -
Cenazeyê Şervanê QSD’ê Bêkes Qamişlo hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Bêkes Qamişlo yê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, hate veşartin. -
Şandeyek Brîtanî serdana herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
Şandeyek Brîtanî ji bo ku pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji nêz ve bişopîne, îro serdana herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Şandeyê diyar kir ku ew ê piştgirî bidin vê pergalê. -
Nasnameya şehîd Elî Mistefa hate eşkerekirin
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamê xwe yê şehîd Elî Mistefa eşkere kir. -
Ji kantona Firatê gel ber bi Bendava Tişrînê bi rê ket
Ji kantona Firatê bi sedan kes ber bi Bendava Tişrînê bi rê ketin, ji bo tevlî nobeda berxwedanê bibin. -
Hêzên QSD'ê li gelek eniyan êrîşên dagirkeriyê têk birin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku 24'ê Sibatê li gelek eniyan êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine şikandin.