Koma nû gihîşt Bendava Tişrînê

Kerwanê ku ji bo nobedê dewr bigire ji Tebqa û Reqayê bi rê ketibûn, gihîşt Bendava Tişrînê.

BENDAVA TIŞRÎNÊ

Gelên Tebqa û Raqyê yên ji bo nobeta Bendava Tiştînê dewr bigirin derketibûn rê, gihîştin Bendava Tişrînê.

Koma ji kantonên Reqa û Tebqayê wê nobedê bigire.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê û bertekên xwe yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nîşan bidin ji 8’ê Çileyê û vir ve li Bendava Tişrînê nobedê digirin.