Berxwedana gel a li Tişrînê 48 roj in dewam dike

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo parastina Bendava Tişrînê 48 roj in dewam dike.

Çalakiya nobedê ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 8'ê Çileyê de ji bo parastina Bendava Tişrînê dan destpêkirin, li gel şert û mercên nebaş ên hewayê jî bi biryardarî dewam dike.

Çalakgeran di roja 48'emîn a berxwedanê de diyar kirin ku heta êrîş bi dawî bibin wê li ber xwe bidin.