Pitika 2 salî ya birîndar bûbû şehîd bû

Pitika 2 salî ya bi navê Ceylan Hemo ya di êrîşa duh a dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Aşmê yê Kobanê de birîndar bûbû, îro şehîd bû.

Duh, danê nîvro balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker gundê Aşmê yê başûrê Kobanê bombebaran kiribû, di encamê de jê 7 zarok 9 kes birîndar bûbûn.

Hate zanîn ku pitika bi navê Ceylan Hem0 (2) di nava birîndar de bû û îro di nexweşxaneya Kobanê de şehîd bû.