Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’
BI DÎMEN

Li Kobanê serdana gora şehîdan hate kirin

Îro di berbanga sibehê re gelê kantona Firatê berê xwe da goristana şehîd Dîcle û li wir cejna hev û du û cejna şehîdên xwe kirin.

Piştî nimêja cejnê ya sibehê, gel qefil bi qefil ewil cejna xwe li goristana şehîd Dîcle kir û şehîdên xwe di roja ewil a cejnê de bi bîr anîn.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gel ewil cejna xwe li goristana dikin û li wir şehîdên xwe yên ku canê xwe dan da ku gel bi azadî jiyan bike, dikin. Gel li wir şekirên cejnê belav kirin û soz bi wê yekê dan ku ew ê heta dawiyê xwedî li şehîdên xwe derkevin.