ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
MSD: Biryara DYE'yê ya ji bo rakirina pêkanînan erênî ye
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) diyar kir ku nêta rakirina pêkanînên DYE'yê yên li ser Sûriyeyê 'erênî' ye û ji ber hewldanên wê spasiya Erebistana Siûdî kir. -
'Divê Hatim Abu Şeqra bê darizandin ne erkdarkirin'
Macîde Hesûn têkildarî erkdarkirina kujerê Hevrîn Xelefê nerazîbûnên xwe nîşan dan û got, divê kesên xwediyê ruhê neteweya demokratîk Sûriyeyê bi rê ve bibin, ne yên terorîst. -
Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Kobanê hatin bibîranîn
Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ên îro di encama danezanê ya Kongreya PKK’ê ya 12’emîn de hatin îlankirin, bi merasîmekî girseyî li Kobanê hatin bibîranîn. -
Desthilatdariya pênc meha a HTŞ'ê ya li Sûriyeyê: Zilm, komkujî û zext
HTŞ rejîmeke şerîatê li Sûriyeyê ferz dike, bi polîtîkayên mezhebperestiyê gel ditepisîne; zextê li jinan dike, hindikahiyên olî û etnîkî dike hedef û bi îdeolojiya cîhadîst welêt ber bi kaosê ve dibe. -
Hozan Mizgîn li Reqayê hat bibîranîn
Ji bo Hozan Mizgîn li Reqayê çalakiya bîranînê hate lidarxistin û ji bo bîranîna wê stran hatin gotin. -
Şandeya Fransî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
Şandeyeke ji Fransayê, serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û geşedanên li herêmê nirxand. -
Şehîd Mizgîn li Kobanê hate bîranîn
Hunermend Mizgîn (Gûrbet Aydin) li Kobanê bi merasîmeke girseyî hate bîranîn. -
Planên Enqereyê li Bendava Şehîdan, Tişrînê têk çûn
Berxwedana Bendava Şehîdan coş û kelecaneke bê sînor da tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi taybet jî hunermend, nivîskar û rewşenbîran gelek stran, beste û helbest li ser berxwedana gel nivîsandin û gotin. -
Li Sûriyeyê desthilatdariya malbatî ji nû ve ava dibe
Şara ku xizmên xwe xistiye cihên krîtîk ên dewletê, bûrayê xwe Ahmed ed-Durûbî kir Sekreterê Giştî yê Bankaya Navendî. Ev tayînkirinên ji nava xizmên malbatî, fikaran bi xwe re tînin ku desthilatdariya malbatê ji nû ve tê avakirin. -
Li Kobanê rêzçalakiyên Cejna Zimanê Kurdî dest pê kir
Li kantona Firatê rêzeçalakiyên ji bo 15`ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dibin dirûşmeya "Perwerdeya bi zimanê dayikê, mafekî rewa û bingehîne" dest pê kir. -
Li Cizîrê ji bo şehîd Sorxwîn Baran merasîm hate lidarxistin
Ji bo gerîlaya YJA Starê Nûra Îbrahîm Xelef (Sorxwîn Baran) a li Garê şehîd bû, li bajarê Dirbêsiyê yê girêdayî Kantona Cizîrê merasîma xiyabî hate lidarxistin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Kemal Elî spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD’ê Kemal Elî (Beşîr Xemîs) li Reqayê hate veşartin. -
Endamê TEV-DEM’ê Jêhat Pîro şehîd bû
TEV-DEM’ê ragihand ku endamê wan Jêhat Pîro di encama nexweşiyê de şehîd bû. -
Li Kobanê starta rêzeçalakiyên Cejna Zimanê Kurdî
Li Kobanê xwendekar ü mamosteyên zanîngehê ji bo pîrozkirina 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bang kirin. -
Faîlê sûcên şer Ehrar El-Şerqiye
Bêdengiya civaka navneteweyî ya li pêşberî xelata ku HTŞ'ê da Ebû Hatem Şakra ku serkêşê çeteyên Ehrar El-Şerqiye yê ji teror û sûcên şer ên li Sûriyeyê berpirsyar e, edaletê dikuje. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ceger Gulo hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ceger Gulo yê 8’ê Gulanê de li Qamişlo şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Delîl Sarxon hat veşartin. -
Komên çekdar ên girêdayî HTŞ’ê malên sivîlan talan dikin
Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê, malên sivîlan bi awayekî sîstematîk talan dikin. Malbatên ku nikarin li hemberî vê talana ku bi îdîaya ‘’Erd ên me ne’’ bi darê zorê tên kirin, li ber xwe bidin, neçar dimînin ku mal û milkên xwe biterikînin. -
SOHR: Di dema desthilatdariya El Şeri de herî kêm 5 hezar û 500 sivîl hatin kuştin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji dema rejîma Beşar Esad hilweşiya û vir ve li welêt herî kêm 5 hezar û 500 sivîl hatin qetilkirin. -
'Kesên ku di lîsteya terorê de ne niha serkêşên îstîxbaratê ne'
Huseyîn es Seleme ku dema El Nûsra veguherî HTŞ'ê bi roleke çalak rabû, li Idlibê di avaniya îdarî û leşkerî ya rêxistinê de bi wezîfeyên girîng rabû. Demeke dirêj weke Şefê Ewlekariyê yê giştî' di nava HTŞ'ê de wezîfe kir. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Hemo hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Hemo (Mihemed El Ewed) yê 6’ê Gulanê de şehîd bûbû, li Pakrewangha Şehîd Dijwar hat veşartin. -
Li Dêrazorê êrîşî noqteya kontrolê hate kirin
Li Dêrazorê li dijî noqteya kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrîşeke çekdarî pêk hat. -
Tayînkirina kujerê Hevrîn Xelef li sê bajaran hat şermezarkirin
Biryara desthilata Şamê ya tayînkirina çeteyê kujerê Hevrîn Xelef wek fermandar, li Hesekê, Heleb û Kobanê hat şermezarkirin. -
Kongreya 1'emîn a Meclîsa Jinan a TEV-DEM'ê destpê kir
Meclisa Jinan a TEV-DEM'ê kongreya xwe ya yekemîn bi dirûşma "Jina birêxistinkirî garantiya avakirina civaka demokratîk e" lidar dixe. -
Li Kobanê ji bo şehîdan merasîm hate lidar xistin
Şêniyên Kantona Firatê bi merasîmeke bi heybet şehîd Baran Kobanê veşartin û şehîd Nêrgîz Dilda Welat û Hesen Ebdo Nasir bibîr anîn. -
SOHR: Di nava rojekê de 16 kes hatin kuştin
Hate ragihandin ku di 24 saetên dawî de li herêmên di bin desthilatdariya Şamê û dagirkeriya dewleta Tirk de ne 16 kes hatin kuştin.