ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Helebê çalakiya hunerî ya ji bo azadiya Rêber Apo
Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Helebê bi rêya çalakiyek hunerî piştgiriya xwe ji Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo re nîşan da û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir. -
Pêngava Azadî ji Rêber Apo re -IV
Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji Qamişloyê heta bi Reqayê bi meş, rojên xwendinê, çalakiyên kon û festîvalan hate meşandin, bi biryardarî dewam dike. -
Li Dêrazorê di êrîşa DAÎŞ'ê de karmendekî sivîl şehîd bû
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê diyar kir ku li Dêrazorê di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê de karmendekî sivîl şehîd bûye. -
Ji bo azadiya Rêber Apo li Dirbêsiyê ciwan meşiyan
Ji bo azadiya Rêber Apo li Dirbêsiyê bi pêşengiya ciwanan meşek hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate gotin, "Serketina pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dibe." -
Ji Zanîngeha Kobanê daxuyaniya têkildarî silavên Rêber Apo
Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê û Meclisa Xwendekaran der barê silavên Rêber Abdullah Ocalan ji wan re şandine de, daxuyaniyek da. -
178 kes bi dilxwazî ji Kampa Holê derketin
178 kesên ku bi dilxwazî ji Kampa Holê derketin, ber bi bajarê Helebê ve bi rê ketin. Pêvajoya ji nû ve vegerê bi koordînasyona aktorên navneteweyî û herêmî di çarçoveya mafên mirovan de hate meşandin. -
Li Tirbespiyê qurbaniyên Seyfo hatin bibîranîn
Suryaniyên li bajarê Tirbespiyê bang kir ku komkujiyên Seyfo ya li ser gelê Suryanî-Asûrî-Keldanî wekî jenosîd di nava qada navneteweyî de were naskirin. -
Ji bo azadiya Rêber Apo meş û mîtîng
Li bajarê Til Berak ê Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxwaza azadî ji bo Rêber Apo, meş û mîtîng hate lidarxistin. -
Îsraîl li Sûriyeyê li dijî Hamasê operasyonek pêk anî
Artêşa Îsraîlê, ragihand ku di operasyonekê de li başûrê Sûriyeyê çend endamên Hamasê girtine. Li gorî artêşê ev kesên hatine girtin amadekariyê êrîşê dikirin. -
'Em ê şopîner û hilgirê ramanên Rêber Apo bin'
Peyama silavê ya ku Rêber Apo di Cejna Qurbanê de ji Zanîngeha Kobanê re şand, di nav xwendekar û mamosteyan de kelecanek mezin çêkir. Mamoste Dilvîn Ehmed got, “Em ê şopîner û hilgirê ramanên Rêber Apo bin.” -
Li Kobanê ji bo du şehîdan merasîmeke bi heybet
Li kantona Firatê ji bo şervanê Hêzên Komandos Rêbez Aşmê û şervanê QSD’ê Abû Qasim El Reqawî ku di dîrokên cuda de şehîd bibûn merasîmeke bi heybet hate lidar xistin. -
Silêman: Armanca sereke Sûriyeyeke nenavendî-demokratîk e
Endamê Heyeta Danûstandinan a Kurd a Rojava Ehmed Silêman anî ziman ku armanca sereke ya heyeta Kurd a Rojava ew e ku di çarçoveya Sûriyeyeke nenavendî-demokratîk de mafên destûra bingehîn bêne misogerkirin. -
Şandeya Ewropayê bi kesên bi darê zorê hatine koçberkirin re civiya
Şandeya Ewropî ku ji parlamenter û hiqûqnasan pêk tê, bi nûnerên koçberên Serêkaniyê û Efrînê re li hev civiya. Di hevdîtinê de pirsgirêkên mirovî û hiqûqî yên ku gelê bi darê zorê hatiye koçberkirin rû bi rû dimîne, hatin nîqaşkirin. -
Li Tebqayê 2 endamên çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Li çoltera Tebqayê di encama operasyona hêzên QSD’ê de 2 pisporên teqemeniyê yên endamên çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin. -
Komên çeteyan ên girêdayî Tirkiyeyê 4 kesên ji Efrînê revandin
Komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk 4 kesên ji Efrînê revandin. -
Nasnameya 3 şervanên QSD’ê yên şehîd bûne, hate eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên di mehên Gulan û Hezîranê de şehîd bûne, eşkere kir. -
Şêro Tirbespiyê bi merasîmeke bi heybet hate veşartin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji bo Şêro Tirbespiyê (Emced El Hebîb) ku 2'ê Çileya 2025'an di Berxwedana Tişrînê de şehîd bû, merasîmeke bi heybet lidar xist. -
Şandeya endamên PE’yê û parêzerên Fransî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin
Şandeya endamên PE’yê û parêzerên Fransî serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. -
Cenazeyê şervanên QSD’ê Kobanê û Terbûş li Kobanê hatin veşartin
Cenazeyê şervanên QSD’ê Henîf Kobanê û Mistefa Terbûş ên ji ber nexweşiya giran şehîd bûbûn, li Pakrewangeha Şehîd Dicle hatin veşartin. -
Li Efrînê çeteyan êşkence li malbetekî kirin û mala wan talan kirin
Çeteyên dewleta Tirk li gundê Bîbaka a Efrînê di saetên şevê de bi ser malekî de girtin û êşkence li Fayiq Hebeş û hevjîna wî Emîne Îsa kirin. Çeteyên ku malê talan kirin, xwediyên malê girêdan û heta siharê girtin. -
Li Îdlibê li du nuqteyan êrîşa dronê: Herî kêm 3 kes mirin
Hat ragihandin ku Hêzên Koalîsyona Li Dijî DAÎŞ’ê ya Navneteweyî li Îdlibê êrîşî motorsîkletekê kir, li nuqteyeke din bi balafira bêmirov êrîş pêk anî. Li seranserî Sûriyeyê di nava 24 saetan de zêdeyî 10 kes mirin. -
QSD'ê nasnameya 2 şehîdên xwe eşkere kir
QSD'ê ragihand ku 2 şervanên wan ji ber krîza dil şehîd bûne. -
Li Kobanê ji bo azadiya Rêber Apo konserek hat lidarxistin
Li Kobanê bi pêşengiya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Tevgera Hilala Zêrin bi dirûşmeya “Bi ruhê çand û hunera demokratîk em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” konserek hat lidarxistin. -
Li Efrînê du kes hatin revandin
Li gundê Gawenda yê Efrîna dagirkerî, du welatî ji aliyê çeteyên “Ehrar El Şerqiy” yên girêdayî dewleta Tirk ve hatin revandin. -
Êrîşa DAÎŞ'ê hate şikandin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li Kantona Dêrazorê êrîşa şaneyên DAÎŞ'ê hatiye şikandin.