Civîna navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta demkî destpê kir

Civîna navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên hikumeta demkî ya Sûriyeyê destpê kir. Nûnerên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Fransayê jî tevlî civînê bûn.

HEVDÎTINÊ DESTPÊ KIR

Li paytexta Sûriye Şamê, di navbera nûnerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê civînê destpê kir.

Nûnerê DYE'yê Thomas Barrack û bi navê Fransayê Jean Baptiste Faivre jî beşdarî civînê bûn.