BI DÎMEN

Ji kameraya derhênerek Durzî talan û wêraniya li Suweydayê

Bajarê Suweydayê piştî ji çeteyan hate paqijkirin, derhênerek Durzî talan û wêraniya li bajêr kişand û parve kir. Bi van dîmenan re mirov asta xetereya ku gelê Durzî pê re rûbirû ne dibîne.

LI SIWÊDAYÊ REWŞA DAWÎ

Êrîşên li ser gelê Durzî ên li bajarê Suweydayê yê başûrê Sûriyeyê zêde dibin. Di 13’yê Tîrmehê de, bi fermana Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed el-Şera (Colanî), HTŞ’ê, komên radîkal ên girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê û milîsên girêdayî eşîrên Bedewî êrîşî bajêr kirin. Komên cîhadîst ketin navenda bajêr û bi sedan sivîl qetil kirin.

Piştî komkujiya li bajêr, Meclîsa Leşkerî ya Suweydayê û gelê Durzî berxwedaneke çekdarî dan destpêkirin. Di heman demê de, Îsraîlê bi êrîşên hewayî êrîşî hedefên girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê kir. Di encama van êrîş û berxwedanê de, komên çekdar ji bajêr vekişiyan.

Piştî paqijkirina navenda bajêr, dîmenên ku ji hêla derhênerekî Durzî ve hatine kişandin, asta wêraniyê eşkere kirin. Dîmenên ku di 18’ê Tîrmehê de hatine kişandin, êrîş, pevçûnên li sûkê, wêranî û şewatan nîşan didin. Derhêner, diyar kir ku hêzên ku îdîa dikin ku gel diparêzin, wêraniyeke mezin kirine û got ku debara jiyanê wêran kirine û gelek ciwan kuştine.

Dema ku me vê nûçeyê dinivîsandin, hat ragihandin ku komên çekdar ên ji HTŞ’ê, SMO, El Qaîde û rêxistinên mîna wan, her wiha eşîrên Ereb û Bedewî pêk tên, xwe bi çek kirine û ber bi Suwêdayê ve hatine şandin.

Şer û pevçûnên di navbera Meclîsa Leşkerî ya Suwêdayê û komên radîkal ên li derdora bajêr de berdewam dikin. Hat ragihandin ku çete amadekariyên êrîşên dijwar li ser bajêr dikin.