BI DÎMEN

Tê gotin, eşîrên ser bi Şamê li dijî Suwêdayê dest bi êrîşê kirin

Hate îdîakirin ku endamên 41 eşîrên Ereb ên ser bi hikumeta Şamê ji bo êrîşî xelkê Suwêdayê bikin ketin nava liv û tevgerê.

Tê gotin, bi hezaran çekdarên ser bi 41 eşîrên girêdayî hikumeta Şamê ji bo êrîşî herêma Suwêda ya civaka Durzî bikin, ketin nava liv û tevgerê.


Di dîmenan de ku li medya dîjîtal hatin weşandin, lê belê hîn nehatiye piştrastkirin, tê dîtin ku kom banga tekbîrê dike, bi motorsîkletan berê xwe didin herêmê ku taktîka bingehîn a çeteyê DAÎŞ’ê ye.

Piştî şerê giran ê li Suwêdayê ku zêdeyî 500 kesî jiyana xwe ji dest dan, di navbera hêzên hikumeta Sûriyeyê û milîsên Durzî de agirbest hate ragihandin. Piştî lihevkirinê hikumetê piraniya yekîneyên xwe ji herêmê vekişand.

Piştî vekişînê jî ‘Rûspiî û oldarên Durzî’ ji bo wezîfeya ewlekariya hundirîn a Suwêdayê hatin wezîfedarkirin.

Heman piştî agirbestê hem di nava komên Bedewî hem jî di nava komên Durzî de di asta herêmî de êrîş, operasyonên tolhildanê û tevgera koçberiyê destpê kir.