QSD'ê nasnameya du şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir ku di dema berxwedana li Minbicê de şehîd bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên ku di şerên li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de li Minbicê şehîd bûbûn, aşkera kirin.

QSD`ê di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku şervanê wan Azad Ararat (Şêxmûs Ozkan) di meha Çileyê ya vê salê de di şerên li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li Minbicê şehîd bûye û şervanê wan Kanîwar Mardîn (Ehmed Dîb) di Kanûna sala 2024`an di şerên li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li Minbicê şehîd bûye.

QSD`ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza berdewamkirina doza şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan bi vî rengî ye:

Navê Kod: Azad Ararat
Nav û Paşnav: Şêxmûs Ozkan
Navê Dayikê: Sedîqa
Navê Bav: Qasim
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic -Gundê Atşana, 4 Çile 2025

Navê Kod: Kanîwar Mardîn
Nav û Paşnav: Ehmed Dîb
Navê Dayikê: Eziza
Navê Bav: Mûsa
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic, 9 Kanûn 2024