Li Siwêdayê pevçûn didomin

Hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê, êrîş birin ser gundên Siwêdayê. Hat ragihandin ku li herêmê pevçûnên demkurt qewimîn.

LI SIWÊDAYÊ ŞER

Hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên girêdayî wan şeva derbasbûyî gule berdan gundê Necranê yê Siwêdayê. Gule ji gundê Qeresa hatin berdan. Her wiha gundên El Mecdel û Walgayê hatin gulebarankirin.

Li gundewarên Siwêdayê her roj agirbest ji hêla hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên girêdayî wan ve tê binpêkirin.

Çavkaniyên xwecih ragihandin ku ji gundên Dama, Cedal û El Şeyah gule ber bi zeviyên bajarokê Arîqa atin avêtin. Li herêmê pevçûnên kurt derketin.