Fermandarê koma Fursan El Hemze Yamên Sixeyêr li ser rewşa Siwêda ya piştî şer û pevçûnên ku çêbûne ji ANF’ê re axivî û wiha got, ''Siwêda hemû hatiye xerakirin, binesaziya herêmê hatiye binpêkirin, debarên jiyanê yên herî biçûk li Siwêda nayên peydakirin. Komên ku di nav vê şerê li hember me de cih girtine, hêzên wezarata parastinê ya Sûriyeyê bûn. Hemû komên Hikumeta Sûriyeyê di van êrîşên li dijî me de cih girtin. ''
Yamên di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku hêzên bi navê eşîran êrîşî bajarê Siwêda kirine girêdayî Wezarata Parastinê bûn û wiha axaftina xwe domand, ''Hêzên ku bi navê eşîran êrîşî bajarê Siwêda kirine hemû endamên Wezarata Parastina Sûriyeyê bûn, têkildarî vê yekê belge û îsbat di destê me de hene. Armanca wan êrîşkaran qirkirina gelê Durzî bû. Despêka ku dest bi êrîşên xwe kirin, me derfeta sekinandina van êrîşan da wan, lê di gavên xwe yên yekemîn de dest bi xerakirin, kuştin û şewitandinê kirin. Armanca wan ji van êrîşan qirkirina nijadî bû, kesên ku dane kuştin hemû jin, zarok û kesên temen mezin bûn. Li hemû gund û deverên ku girtibûn, mal şewitandibûn û xera kiribûn. Kabloyên elektrîkê jî ji kolanan vekirin û bi xwe re birin, ji malan bigire û heta wesayît û gelek tiştên tiştên din talan kirin. Li dijî van êrîşên hovane gelê Siwêdayê li kêleka zarokên xwe şer kir. Di encama kiryarên ku li hemberî gel pêk hatin de, ji civaka me gelek kes winda bûn û heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e.''
Yamên Sixeyêr destnîşan kir ku ew parastina ax, mal û rumeta xwe dikin û ev tişt got, ''Armanca me ew e ku em parastina ax, mal û rûmeta xwe bikin, ew hêzên ku derbasî Siwêdayê bibûn jî dixwestin rûmeta me bişkînin. Em bi çekên xwe li hember wan hêzan bisekinin û axa xwe biparêzin. Niha agirbest heye em jî li gor wê agirbestê û şertên ku me li ser li hev kirine tevdigerin. Lê ew vê yekê nakin, agirbest û şertên ku hatine danîn binpê dikin û gelek caran êrîşên xwe didomînin. Ev axa me ya bav û kalan e, tu car em dev ji axa xwe bernadin, em xwedî doz û maf in, em daxwaza mafê xwe dikin.''