Li Dêrazorê êrîş: Şervanek şehîd bû û 2 birîndar bûn

QSD'ê ragihand ku şaneyên çeteyên DAÎŞ'ê li dijî dewriyeyeke wan li rojavayê Dêrazorê êrîşek pêk anî. Di encamê de şervanekî QSD'ê şehîd bû û 2 birîndar bûn.

HÊZÊN SÛRIYA DEMOKRATÎK (QSD)

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku şaneyên çeteyên DAÎŞ'ê li dijî dewriyeyeke wan a li bajarokê Mihêmîde yê rojavayê Dêrazorê êrîşek pêk anî. QSD'ê diyar kir ku çeteyan bi çekan êrîş kir û pevçûn derket. Piştre çete vekişiyan. Di encamê de şervanekî QSD'ê şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de QSD'ê careke din teqez kir ku ew ê di têkoşîna li dijî terorê de û misogerkirina ewlehî û aramiya herêmê bi israr bin.