MSD: Hilbijartinên Hikûmeta Veguhêz 'şanoya siyasî' ne

MSD’ê hilbijartinên parlamantoyê yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê wekî "şanoya siyasî" bi nav kir û diyar kir ku ev hilbijartin parçebûna civaka Sûriyeyê kûrtir kiriye.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) derbarê "hilbijartinên parlamentoyê" yên ku ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ve roja Yekşemê 5ê Cotmehê hatine lidarxistin, daxuyaniyek nivîskî weşand.

 

MSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku hilbijartinên "Meclisa Gel a Sûriyeyê" îradeya Sûriyeyiyan îfade nake, di heman demê de nûnertiya tevahî herêman û pêkhateyên li welêt nake.

MSD’ê hilbijartin wek şanoyeke siyasî nirxandin û got "Ev hilbijartin ne layîqî dîroka resen a  Sûriyeyê ye. Ne jî layîqî fedekariyên gelê wê ya ji bo avakirina Sûriyeyek ya li ser esasî demokrasî, azadî û hevbeşiya rasteqîn têdikoşe.”

MSD’ê daxuyand ku ev hilbijartinên şeklî ne, li şûna ku bibin gavek ber bi yekitiya nîştimanî û lihevhatina giştî ve, parçebûna civaka Sûriyeyê kûrtir kir.

MSD’ê di dewama daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê kir ku Sûriyeyî hilbijartinên rasteqîn dixwazin û hate gotin: "Sûriyeyî hilbijartinên rasteqîn dixwazin ku îradeya wan nîşan bidin û hemûyan temsîl bikin; ji ber ku ev mafekî neteweyî ye ku nayê paşguhkirin an dest jê nayê berdan. Ev daxwaz stûnek bingehîn di pêvajoya avakirina dewletek yekgirtî û demokratîk ya li ser bingeha edalet, hemwelatîbûn û wekheviyê ji bo hemû Sûriyayan de ye."

MSD’ê di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku hilbijartinên ku tevahî sûriyeyî yên li hundir û derve negire nava xwe û di bin çavdêriya navneteweyî neyên kirin, ne rewa ne.