Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî dorpêçê daketin qadan

Hêzên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç kirin û çekên giran hi cih kirin. Bi sedan kes li dijî dorpêçê daketin qadan xwestin ku rê bên vekirin û bang li QSD’ê kirin ku derbasî herêmê bibin.

Bi sedan kesên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo protestokirina dorpêça hêzên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê, daketin qadan.

Leşkerên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê hemû rêyên ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi bendavên axê girtin û çekên giran li dora wan bi cih kirin. Ev yek rê li ber nerazîbûna gel vekir.

Li ser banga Meclisa Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, gel ji bo vekirina rêyan û bidawîanîna dorpêçê li hev civiyan. Çalakvan li ber bendavan kom bûn û bi berzkirina dirûşmeyan dorpêç protesto kirin.

Çalakvanan bang li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kirin ku derbasî herdu taxan bibin.

Gelê taxê diyar kirin ku heta dorpêç bê rakirin ew ê çalakiyên xwe bidomînin.