Cenazeyê şehîd Xebat Baz hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Xebat Baz, li Goristana Tebqayê ji aliyê bi sedan kesî ve hate veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Xebat Baz, li Goristana Tebqayê ji aliyê bi sedan kesî ve hate veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Xebat Baz (Welat Xalid) 13’ê Çileya 2025’an de di berxwdana Bendava Tişrînê de şehîd bûbû, îro bi merasîmeke girseyê li Pakrewangeha Şehîdan a Tebqayê hat veşartin. Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê û koçberên ji Efrîn û Şehbayê, endam û rêveberên desteyên Rêveberiya Xweser a Kantona Tebqayê, Meclisa Kantona Efrîn-Şehbayê, partiyên siyasî, fermandar û şervanên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şêx û rûspiyên eşîran beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeya rêzgirtin û torena leşkerî destpê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Îsa axivî û diyar kir ku bi ked û fedakariyên şehîdan serkeftin hatin afirandin û destkeftî hatin bidestxistin. Îsa da zanîn ku şehîdan îlhama biryardarî û berxwedana li hemberî hemû êriş û komployan da gelên azad.
Ji fermandarên hêzên leşkerî Kemal Efrîn axivî û soza domandina rêya şehîdan da.
Apê şehîd Xebat, Heqî Xalid jî got: "Şehîd Xebat xeyalê xwe yê rakirina çeka apê xwe bi cih anî û da ser rêya wî ya parastina gelê xwe."
Xalid anî ziman ku herêm bi xwîna şehîdan rizgar bûne û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Em nehêlin dijmin destdirêjî erdê me bike. Em ê bersivên xurt bidin kesên hewl bidin ewlehiya herêmên me têk bibin."
Piştî axaftinan nasnameya şehîd Xebat hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Hevreyên şehîd cenaze rakir ser milê xwe û bi dirûşme û tilîliyên dayikan spart axê.