BI DÎMEN

Bi hezaran kes ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qadan

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes ji bo piştgiriya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qadan.

Li Qamişlo, Hesekê, Tirbespiyê, Dêrik, Reqa, Tebqa û Kobanê bi hezaran kes ji bo piştgiriya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qadan.

Gel piştgiriya xwe bi şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re anîn ziman û girtiyan rêyan û êrişên hêzên hikûmeta veguhêz ên li dijî şêniyên her du taxan şermezar kirin.  Girse bi dirûşman berxwedana şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir.

Girseya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya ku dixwest rêyên ji aliyê hêzên hikûmeta veguhêz ve hatine girtin bêne vekirin çalakî li dar xistibûn. Lê hêzên hikumetê bi gaza îsotê, hawan û panzeran êrişî girseyê kir, ji ber van êrişan gelek kes bandor bûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo parastina sivîlan bersiva êrişan didin.