Rêyeke din a di navbera Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û taxên Helebê de hate girtin

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rêya di navbera parka Eşrefiyê û çerxerêya Şîhan de û rêya çerxerêya Cendûl bi axê girtin.

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bilindkirina axê li ser rêyên derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didomînin. Herî dawîn jî rêya di navbera parka Eşrefiyê û çerxerêya Şîhan de û rêya çerxerêya Cendûl a ku herdu taxan bi taxên rojhilat ên Helebê ve girê dide, girtin.

Ev kiryar zehmetiya welatiyan di aliyê çûnhatinê û peydakirina pêdiviyên sereke girantir dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev gav peymana 1'ê Nîsanê binpê dike.