Cenazeyê şervanê QSD’ê hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Ferec El Îda li bajarê Til Hemîsê bi merasîmekî hate veşartin.

Xelkê bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê û nûnerên QSDˊê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, saziyên Rêveberiya Xweser, Meclisên Malbatên Şehîdan, rûspiyên eşîran û bi sedan şêniyan cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Ferec Qemer El Îd li Pakrewangeha Şehîdan a bajêr veşartin. 

Şervanê QSDˊê şehîd Harûn (Ferec Qemer El Îd) dema li ser erka xwe ya leşkerî bû, di bersivdana êrîşên şaneyên çeteyên DAÎŞˊê yên li gundewarê Dêrazorê de, di 29ˊê Îlona 2025ˊan de şehîd bûbû.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Xalid El Nayif axivî û got: "Em îro bi serbilindî li pêşberî fedakariyên şehîdê me yê leheng Ferec Qemer El Îd in. Şehîd di oxira parastina welat û rûmeta gelan de canê xwe feda kir."

El Nayif diyar kir ku şehîd Ferec di salên dirêj de di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ma, dûre tevlî QSDˊê bû û got: “Ne tenê şervanek bû, lê mirovekî bi doza xwe bawer û wefadarî gelê xwe bû.”

Ji fermandarên QSDˊê Ehid El Nasir jî got: "Şehîd Ferec di oxira welat de şehadet qezenc kir. Ew ji bo tevahî xelkê herêmê serbilindiyek e. Em hevrêyên wî, em ê li ser şopa wî bin, armancên wî yên pêkanîna ewlehî û aştiyê ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê misoger bikin. Em nahêlin tu kes ewlehî û îstîqrara li herêmê têk bibe. Ev fedakarî badilhewa naçin."

Piştre endamê Kongra Îslama Demokratîk Taha Hemîd El Hisên axivî û got: "Şehîdan çete têk birin û li dijî fikra tundraw sekinîn. Şehadeta Ferec peyameke aşkera ye ku rêya azadiyê berdewam e û wê fedakarî aştiya mayînde encam bidin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin û cenazeyî şehîd hat veşartin.