Hêzên girêdayî Şamê Bendava Tişrînê didin

QSD’ê ragihand ku hêzên girêdayî Şamê ji saetên sibehê ve bi çekên giran Bendava Tişrîn û derdora wê hedef digrin û diyar kir ku sivîl û tesîsên wan di bin xeteriyê de ye.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê ji saetên siharê ve Bendava Tişrînê û derdora wê bi çekên giran hedef digrin.

QSD’ê diyar kir ku bombebarana bi tank û topan li gewdeya bendavê ketiye û li avahiyên karkeran û gundên derdorê wê jî hatiye xistin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîş ji bo jiyana sivîlan xeteriyek cidî çêdike û tesîsên girîng dixe xeteriyê.

QSD’ê destnîşan kir ku êrîşên mijara gotinê binpêkirina peymanên agirbestê ne û Hikûmeta Şamê berpirsyarê hemû encaman e. QSD’ê hişyariya, “Wê mafê parastina rewa bê bikaranîn” kir.