Li Reqayê êriş: 2 şervanên QSD'ê birîndar bûn
Li kantona Reqayê di êrişeke çeteyan de 2 şervanên QSD'ê birîndar bûn.
Li kantona Reqayê di êrişeke çeteyan de 2 şervanên QSD'ê birîndar bûn.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku komeke nenas li ser rêya gundê Miêzîle yê bakurê Reqayê êrişî wesayîteke leşkerî ya QSD'ê kir, di encamê de 2 şervan birîndar bûn.
QSD'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku yekîneyên wan tavilê ketin tevgerê, dest bi lêgerîna wan û serdegirtina êrişkaran kir. Hêzan aşkera kir ku operasyonên ewlehiyê yên şopandina şaneyên ku hewl didin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin dewam dikin.
QSD'ê destnîşan kir ku ev êriş "li pêş berdewamkirina erkên me yên parastina sivîlan û misogeriya ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nabin asteng."