Ji bo peymana Helebê pêvajoya avakirina komîteyan destpê kir

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di çarçoveya Peymana 1’ê Nîsanê de ji bo pêkanîna muzakereyên bi Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê re wer meşandin, desst bi avakirina komîteyan kir.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji Meclisa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji ANHA’yê re dane, hevserokatiya meclisê dest bi tedbîrên avakirina komîteyên pispor ên dan û standina bi berpirsên hikumeta demkî re kirine. Ev komîte wê bicihanûna peymana 1ˊê Nîsanê ya di navbera her du aliyan de hatibû îmzekirin, bişopînin.

Hat gotin ku wê 6 komîteyên pispor ji bo çareserkirina pirsgirêkan (tenduristî, perwerde, ewlehî, xizmetguzarî, avê û elektrîkê), komîteyek navendî ji bo şopandina bicîhanîna xalên peymanê û rakirina astengiyan werin avakirin. Her komîte dê ji 5 endaman pêk were.

Çavkaniyan diyar kir ku ev gav ji bo pêkanîna bendên 10 û 9ˋan ên peymanê hat avêtin. Naveroka wan her du bendan ew e ku "Ji bo pêkanîna peymanê komîte li her du taxan werin avakirin, komîteyek hevkariyê ya hêsankirina tevgera çûn û hatinê di navbera bajarê Helebê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de were avakirin."

Çavkaniyan got ev xebat di encama civîna dawî ya navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta demkî a 4`ê Îlonê hat lidarxistin de, pêk tê.

Di 1`ê Nîsanê de, di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê yên Helebê û nûnerên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, li Helebê peymanek der barê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de hat îmzekirin. Peyman ji 14 xalên sereke pêk tê, di nav de xurtkirina jiyana hevbeş, parastina şêniyan, derxistina hêzên çekdar, û birêxistinkirina Ewlehiya Hundirîn. Di bendan de hat gotin ku ji bo pêkanînê komîte werin avakirin.