NÛ BÛ

Li Dêrazorê operasyona li dijî DAÎŞ'ê: 8 çete hatin binçavkirin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku yekîneyên têkoşîna li dijî terorê li Dêrazorê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê operasyonek kirin û di encamê de 8 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hemahengiya Hêzên Antîteror (HAT), berbanga 13’ê Îlonê operasyonek ewlehiyê li bajarê Dêrazorê li dar xist. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama operasyonê de şaneyeke DAIŞ’ê ku ji 8 çeteyan pêk dihat hat girtin û miqdarek çek û cebilxane ku li gel wê hate dîtin, hat desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyê, şaneya hatî girtin plana pêkanîna êrişan li dijî ewlehî û istiqrara herêmê dikir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê operasyonên li dijî komên çete bidomîne û bang li şêniyan kir ku eger tevgerên biguman bibînin hêzên ewlekariyê agahdar bikin.