Li Dêrazorê êrîş: Endamekî Hêzên Ewlekariyê şehîd bû û 2 jî birîndar bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandin ku di êrîşeke çekdarî ya li ser nuqteyeke kontrolê li Dêrazorê de yek ji endamên wan şehîd bûye û du endamên wan jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku çekdarên nenas îro, înê, êrîş birin ser nuqteyeke kontrolê ya hêzên wan a li bajarokê Geranîc li gundewarê Dêrazorê.

Li gorî daxuyaniyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrîşê dane û di encamê de pevçûn derketiye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di encama êrîşê de endamekî wan şehîd bûye û du jî birîndar bûne û êrîşkar jî reviyane. Piştî êrîşê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêmê dest bi lêgerînê kir.