QSD: Şervanek me şehîd bû
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku şervanê wan Birûsk Heleb şehîd bû.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku şervanê wan Birûsk Heleb şehîd bû.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wê Birûsk Heleb şehîd bû.
Di daxuyaniya QSD’ê de ev agahî hatin parvekirin: "Hevrêyê me, şervan Birûsk Heleb/Hemze Ehmed Mehmûd di encama nexweşiyekê de li ser erka xwe şehîd bû.
Piştî ku hevrêyê me hêviya parastina gel û welatê xwe dît, bê dudilî tevlî hêzên me bû. Rihê welatparêziyê yê ku di hundirê wî de diçirûsî ew ber bi keşifkirina bingeha van hêzan û kûrahiya wan ve dibir, da ku tiştên wî xeyal dikirin kifş bike. Bi ruhê kolektîf ê di navbera hevrêyên xwe yên şervan de pir bandor bû. Di demeke kurt de xwe gihand asta zanînê û leşkeriyê û gaveke berbiçav avêt. Wê yekê hişt ku bibe fermandarek ku rêbazên pêşengtiyê û rênîşandanê pêk bîne. Li kêleka wê jî xwedî ew şiyan bû ku agahî û zanist ji hevrêyên xwe re rave dikirin. Bandorek mezin li hevrêyên xwe kir. Di dilên hevrêyên xwe de cihê rêzê û hezkirinê wergirt.
Em sersaxiyê ji malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin û soza me ya mayînde ji wan re em ê li ser metoda şehîdên xwe heta pêkanîna armancên wan ên bidawîkirina tevahî şêweyên terorê, dagirkirî û parastina ewlehî û îstîqrara herêmên me, bimînin.”
Agahiyên derbarê nasnameya şehîd, bi vî rengî ne:
Navsnav: Birûsk Heleb
Nav û paşnav: Hemze Ehmed Mehmûd
Navê dayikê: Xewla
Navê bavê: Hisên
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê-Nexweşxaneya Şehîd Sariya-ji ber nexweşiyê-08’ê Îlona 2025’an."