Nasnameya 4 şervanên şehîd hate eşkerekirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya 4 şervanên xwe yên şehîd bûne, eşkere kir.

Navenda Ragihaninê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe nasnameya 4 şervanan aşkera kirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Şervanê me Eymen (Cuma Îbrahîm El Dîb, Elî (Silêman Ehmed El Mezîd û Yûsif (Malik Ebdulah El Hoşî li herêma Dêrazorê dema li cihên cûda li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê şer dikirin, şehîd bûn. Şervanê me Lewend Qamişlo (Ebdulceba Umran Xelîl) di qezayeke leşkerî ya li bajarê Hesekê de şehîd bûye."

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê di berdewama daxuyaniyê de got ku şervanên wan Eymen, Elî û Yûsif li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê berxwedanek mezin nîşan da û hate gotin ku: “Ji bo parastina gelê herêmê ji hovîtiya DAIŞ’ê canê xwe feda kirin. Şervanê me Lewend di demeke nêzîk de tevlî hêzên me bû û di dewreyên perwedeyê de cih girt. Di piraniya pêngavên leşkerî yên li dijî DAIŞ’ê hatin lidarxistin de bû. Di heman demê de li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da.”

QSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Agahiyên derbarê şervanên QSD’ê yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Eymen

Nav û paşnav: Cuma Îbrahîm El Dîb

Navê dayîkê: Fayze

Navê Bav: Îbrahîm

Cihê jidayîkbûnê: Dêrazor

Cih û dîroka şehadetê: Dêrizor- Herêma Mihêmîd, têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ’ê -di 6’ê Îlona 2025’an de

Nasnav: Elî

Nav û paşnav: Silêman Ehmed El Mezîd

Navê dayîkê: Firat

Navê Bav: Ehmed

Cihê jidayîkbûnê: Dêrazor- EL Hisêniye

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor- Herêma Mihêmîd, têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ’ê- di 6’ê Îlona 2025’an de

Nasnav: Yûsif

Nav û paşnav: Malik Ebdullah El Hoşî

Navê dayîkê: Tifle

Navê bav: Ebdullah

Cihê Jidayîkbûnê: Ferûce

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor- El Şihêl-têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ’ê- di 5’ê Îlona 2025’an de

Nasnav: Lewend Qamişlo

Nav û paşnav: Ebdulcebar Umran Xelîl

Navê dayîkê: Fatme

Navê bav: Umran

Cihê Jidayîkbûnê: Hesekê

Cihê û dîroka şehadetê: Hesekê-Gundê Refref- qezaya leşkerî- di 3’yê Îlona 2025’an de.