Li Hesekê merasîma du şehîdan hate lidarxistin

Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elaa Mihemed ku 7’ê Îlonê li kampa Holê di êrîşa şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bibû, hat veşartin. Di merasîmê de şervanê QSD’ê Ziyab Hesekê (Hisên El Salih) hat bibîranîn.

Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elaa Mihemed ê ku 7’ê Îlona 2025’an li kampa Holê di êrîşa şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bibû îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê Hesekê hat veşartin. Di merasîmê de şervanê QSD’ê Ziyab Hesekê (Hisên Salih El Salih) ê 7’ê Îlonê li bajarê Til Temirê dema erka xwe bi cih dianî, şehîd bûbû jî hat bibîranîn.

Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ve bi beşdariya girseyek mezin a şêniyan û endamên saziyên sivîl û leşkerî hat lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xilûd Salih axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Xildû anî ziman ku şehîdan bi ked û xwîna xwe ya pak ku di rêya ewlehiya herêmê de dane, dîrok nivîsand.

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulmutelib Receb jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha domand "Şehîd rêya azadiyê ya gelê xwe ronî dikin û di dilên gelê xwe de şopekê dihêlin ku heta hetayî dimîne."

Receb soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinan nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Elaa Mihemed bi tilîliyên dayikan û dirûşmên şehîdan hat veşartin.