Li Minbicê êrîş birin ser Goristana Şehîdan

Komên çeteyên dewleta Tirk kevirên goran ên li Goristana Şehîdan a li Minbicê dizîn.

Li gorî agahiyên ku Ajansa Nûçeyan ANHA’yê spartiye çavkaniyên xwecih ên ji bajarê Minbicê , çeteyên dewleta Tirk a dagirker kevirên goran ên li Goristana Şehîdan dizîn.

Çavkaniyan dane zanîn ku diziya keviran di çarçoveya siyasetên plankirî yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên têkbirina sembolan de têne kirin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di Kanûna 2024’an de bajarê Minbicê dagir kir. Bi dagirkirinê re dest bi dizî û talankirina milkên giştî û taybet  kirin. Tevî bangewaziyên niştechian jî, aliyên têkildar bêdeng in.