Hewlên dewleta Tirk a kirîna milkên li Serêkaniyê hat şermezarkirin

Meclisa Wargeha Serêkaniyê ya koçberan ku li gundewarê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û hewldanên kirîna milk û erdên welatiyên Kurd daxuyanî da.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan şêniyên wargehê û endamên rêxistinên civaka sivîl, ji hêla endama Meclisa Jinan a wargehê Senaa Ehmed Hisên ve li ber konê rêveberiya wargehê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hewldanên kirîna milk û erdên kesên bi zorê koçber bûne kiryareke neqanûnî ye, armanca wê guhertina demografî û dîroka gelên resen wekî Kurd, Suryanî, Asûrî û Ereb e. Her wiha hişyarî da ku her firotin an kirîna di bin şert û mercên dagirkeriyê de ne kiryareke qanûnî ye.

Daxuyaniyê bal kişand ku li navendên saziyên sivîl ên li bajarê dagirkirî, alên Tirkiye, sembola bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê û ala Pakistanê hatine daliqandin û da zanîn ku ev sazî ji hêla îstîxbarata Tirkiyeyê û çeteyên wê ve têne birêvebirin.

Koçberan di daxuyaniya xwe de polîtîkayên êrîşkar ên Tirkiyeyê şermezar kirin û bang li saziyên navneteweyî kir ku berpirsiyariyên xwe yên yasayî û mirovî bi cih bînin û ji bo bidawîkirina dagirkeriyê û vegera ewle ya koçberan tavilê tedbîran bigirin.

Koçberan piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên "Na ji tundî û zilmê re, na ji firotina milkên xelkê Serêkaniyê re, na ji bicihkirina çeteyan li Serêkaniyê re" berz kirin.