ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Hatayê çi diqewime?
Dewleta Tirk a ku di roja çaremîn a erdheja Hatayê de bi hêzên xwe yên çekdar xist herêmê, dest bi hewldanên provokasyonê kir. Li Hatayê bi hatina hêzên çekdar re talan û dizî zêde bû. -
‘Dewleta Tirk bi erdhejê re dixwaze li herêmê Kurd nemîne’
Dr. Serhat Sîzgîn diyar kir dewleta Tirk erdhej ji xwe re kiriye firsenda ku li herêmê Kurd nemîne û Kurd koçberî welat û bajarên dûr bibin. -
Pirsgirêkên stargeh û avê dibe sedema nexweşiyan
Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Adibellî anî ziman ku pirsgirêkên stargeh û avê nexweşiyên zekem û enfeksiyona qirikê zêde dike û destnîşan kir ku ev pirsgirêk divê tavilê bêne çareserkirin. -
Îmseytoglû: Cenaze li goristana bêkesan tê veşartin
Sûphî Îmseytoglû yê ku nekarî aqûbeta xizma xwe ya ji erdhejê sax filitî hîn bibe, diyar kir cenaze bêyî haya malbatan li goristana bêkesan tê veşartin. -
ROJEVA 16'Ê SIBATA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Elbistanê hewildanên provokasyonê yên dewleta Tirk û çeteyên wê
Piştî rabûna erdhejê li Elbistanê, hewildanên provokasyonê yên bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê, zêde bûne. -
Komploya 15’ê Sibatê li Silêmanî bi meşekê hate protestokirin
Li Silêmaniyê bi pêşengtiya Tevgera Azadî Komploya 15’ê Sibatê ya li ser Ocalan bi meşeke girseyî ya ji Rêya Saholeke hata Baxê Giştî hate protestokirin. -
DBP: Divê li dijî sîstema tecrîdê helwesteke zelal were nîşan dan
Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ocalan daxuyaniyek nivîskî da û got: “Divê li dijî sîstema tecrîdê, helwestek zelal were nîşandan.“ -
‘Ne kîsên cenaze û ne jî ambûlans heye’
Erdhejzedeyê bi navê Volkan Yeşîlkiliç ê li Armûtlûya Hatayê diyar kir ew nikarin cenazeyê xwe veşêrin û got “Ne kîsên cenaze, ne jî ambûlans heye. Li vir peywirdarek jî tune.” -
Sancar û parlementerên HDP’ê li Amedê çûn serdana erdhejzedeyan
Hevserokê Giştî yê HDP’ê, tevî parlementer û rêveberên HDP’ê çû serdana erdhejzedeyên li Tesîsên Amespor û Dibistana Mevlana Halît. -
Navenda Krîzê ya HDP’ê: Herî zêde kon û sobe hewce ye
Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê diyar kir li gelek bajaran wan ji roja Înê û heta niha têkilî bi 1512 muxtaran danîne û bala kişand ser vî tiştî ku herî zêde kon û sobe hewce ye. -
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê rapora sala 2022’an a Îmraliyê weşand
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku 23 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan nayê stendin û got “Derbarê tendirustî û ewlekariya muwekîlên xwe, em bi fikar in.” -
Hatîmogûllari: Armanca dezenformasyonê koçkirin e, em ê koç nekin!
Parlamentera Edeneyê ya HDP'î Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku armanc ji kampanya dezenformasyonê koçkirin e û got, "Em ê xaka xwe neterikînin." -
HDP: Komploya navneteweyî û tecrîd welêt dixe nava krîzan
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê diyar kir ku bi polîtîkayên komplo û tecrîdê Tirkiye ber bi krîzan ve hatiye dehfdan û destnîşan kir ku ev yek civakê û saziyan dirizîne. -
Dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re, di salvegera komploya 15’ê Sibatê de daxuyaniyek weşand û got “Dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye.” -
ROJEVA 15'Ê SIBATA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Meletiyê hezar û 386 kesan jiyana xwe ji dest da
Rayedarên meqamên fermî yên Meletiyê ragihandin ku heta bi niha li bajar hezar û 386 kesan jiyana xwe ji dest dane, 6 hezar û 444 kes jî birîndar bûne û hezar û 154 avahî hilweşiyane. -
Baroya Êlihê giliyê kes û saziyên berpirs kir
Baroya Êlihê, giliyê kes û saziyan kir ku berpirs in ji erêkirina projeyên çêkirina avahiyan ku bi rabûna erdhejê re bûne kavil. -
‘Li girtîgehê girtî terkî mirinê tên kirin’
Di erdheja Mereşê de xesareke mezin gihişt Girtîgeha Tîpa T a Islehiyeyê. Tevî vê yekê jî girtî nehatin tehlliyekirin. Malbatan bertek nîşan dan û gotin: “Li girtîgehê girtî terkî mirinê tên kirin.“ -
26 fezlekeyên parêzbendiyê ji Meclîsê re hatin şandin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî di nav de, der barê 22 parlamenteran de fezleke hatin amadekirin û ji Meclîsê re hatin şandin. -
HDP’ê giliyê wan kesan kir ku destûra îmarê dane
HDP’ê giliyê wan kesan kir ku destûra îmarê dane û berpirsên hilweşandinê ne. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin, serlêdan kirin. -
TJA: Divê têkoşîna ji bo Abdullah Ocalan li her derê were geşkirin
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya salvegera komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand û bang kir divê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan li her derê were geşkirin. -
Saçilik: 20 sal in talan dikin
Parlamenterê HDP'ê Velî Saçilik nerazîbûn nîşan da ku penaber weke talanker têne nîşandan û got, hewl didin hêrsa gel ji ser AKP'ê bibin. -
Cenazeyê Gureşçî yê ku jendirmeyan ew bi êşkenceyê kuştibûn hate veşartin
Li Altinozuya Hatayê jendirmeyan Ahmet Gureşçî destgîr kiribûn û piştre ew bi êşkenceyê kuştibûn. Cenazeyê Gureşçî hate veşartin.