‘Li girtîgehê girtî terkî mirinê tên kirin’

Di erdheja Mereşê de xesareke mezin gihişt Girtîgeha Tîpa T a Islehiyeyê. Tevî vê yekê jî girtî nehatin tehlliyekirin. Malbatan bertek nîşan dan û gotin: “Li girtîgehê girtî terkî mirinê tên kirin.“

Di erdheja Mereşê de xesareke mezin gihişt Girtîgeha Tîpa T a Islehiye ya Dîlokê. Malbatên girtiyan ji ber rewşa tenduristî û ewlehiyê ya zarokên xwe fikaredar in. Ji girtiyan Yunus Emre Ergîn li ser telefonê bi malbata xwe re axivî. Dayika Ergîn, Serap Ergîn got ku pêdiviyên bingehîn ên girtiyan nayên pêşwazîkirin û xesar gihiştiye girtîgehê. Bi domdarî Ergîn ev tişt anî ziman: “Tu ewlehiya canê girtiyên li Girtîgeha tîpa T a Islehiyeyê nîne. Di erdhejê de xesareke mezin gihşt girtîgehê. Ji ber erdhejokan jî ev xesar hêj mezintir dibe. Dîwarên girtîgehê qelişîne û bi erdhejokan re hîn bêhtir diqelişin.”

‘BERPIRSYAR WEZÎRÊ DADÊ YE’

Dayik Ergîn got ku ji ber ewlehiya canê kurê xwe bifikar e û axaftina xwe wiha qedand: “Bila sewqên girtiyan bo deverên biewletir bên kirin. Ji ber erdheja çêbûyî, di vê girtîgehê de ewlehiya canê wan tune ye. Wezîrê dadê jî dizane ku xesareke mezin gihiştiye girtîgehê. Tevî vê yekê jî sewq nake. Girtî terkî mirinê tên kirin. Wezîrê dadê ji tenduristiya girtiyan berpirsyar e.”

ÎZMÎR

Komeleya Xizmên Girtî û Hikumxwaran a Egeyê (EGE-TUHAYDER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ji bo balê bikişînin ser rewşa girityên li girtîgehên herêmên erdhejê, li avahiya HDP’a Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Rêvebera EGE-TUHAYDER’ê Leyla Kaygisiz li ser navê saziyan daxuyanî da û diyar kir ku li girtîgehên herêmên erdhejê 17 hezar girtî hene û ne mimkin e ku girtî ji ber vê karesata erdhejê bi bandor nebûbûn û got: “Tenê bandora bi fizîkî her wiha bandora derûnî li ser girtiyan çêbûye. Bi hezaran girtî li vê herêma erdhejê ne û bi deh hezaran malbatên wan li heman herêmê dijîn. Ne mimkin e ku girtî û malbat ji erdhejê bi bandor nebûbûn û fikar bi wan re çênebûbûn. Em dixwazin demildest girtî û malbat agahî ji hev bigirin û fikarên heyî ji holê bên rakirin.”