Sancar û parlementerên HDP’ê li Amedê çûn serdana erdhejzedeyan
Hevserokê Giştî yê HDP’ê, tevî parlementer û rêveberên HDP’ê çû serdana erdhejzedeyên li Tesîsên Amespor û Dibistana Mevlana Halît.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê, tevî parlementer û rêveberên HDP’ê çû serdana erdhejzedeyên li Tesîsên Amespor û Dibistana Mevlana Halît.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy, Hevseroka Bajêr Gulîstan Atasoy, Parlamentera Êlihê Feleknas Uca, Parlamenterê Dîlokê Mahmut Togrul, Parlamentera Şirnexê Nûran Îmîr û rêveberên HDP’ê çûn serdana erdhejzedeyên li Tesîsên Amedsporê. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê li vir axaftineke kurt kir, diyar kir ku li her bajêr di nava piştevaniyê de ye û wiha got: “Em li gor rewşê û pêdiviyê tedbîr digirin, nîqaş dikin. Em bi hev re dixebitin. Pêdiviya gelê me çi be em ê bi cih bînin. Armanca me ya sereke ew e ku em bi awayekî herî xurt piştgiriyê bidin hev. Ev tabloya me li vir dît cihê keyfxweşiyê ye. Amedspor jî xizmeteke gelek baş dike. Li ser navê piştevaniyê tiştên gelek baş dike. Li gorî agahiyên ku min ji Amedê girtin organîzasyoneke bi lez a saziyên sivîl ên civakî çêbûye. Ode, rêxistinên ked û pîşeyî gelek bi lez organize bûne pêdivî tespît kirine û pêşwazî kirine. Partiya me ji xwe li qadê ye. Amed mînak e gelek girîng a piştevaniyê pêşkeş dike. Ez ji van hemû sazî, kes, dilxwazan re spasiyên xwe pêşkeş dikim.”
Heyeta HDP’ê pişt re çû serdana mexdûrên erdhejê yên li eywana sporê ya Dibistana Mevlana Xalit. Heyetê li vir bi mexdûrên erdhejê re hevdîtin kir, anî ziman ku bi her tiştî re yek bi yek eleqe tê nîşandan.
Heyeta HDP’ê dûre çû serdana şîna dayika Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz a. Heyetê li Mala Şînê ya Gundê Sîsê ya Licê sersaxî xwest.