Îmseytoglû: Cenaze li goristana bêkesan tê veşartin

Sûphî Îmseytoglû yê ku nekarî aqûbeta xizma xwe ya ji erdhejê sax filitî hîn bibe, diyar kir cenaze bêyî haya malbatan li goristana bêkesan tê veşartin.

Li Taxa Armûtlû ya Hatayê 11 roj in dewlet û desthilatdariyê tu pêdiviyên bingehîn bi cih neanîne û malbat hewl didin cenazeyên xizmên xwe werbigirin. Yek ji şêniyê taxê Sûphî Îmseytoglû diyar kir ne gel lê dewlet li vir di bin kavilan de maye.

Îmseytoglûyê ku di erdheja li kolana Sogûtlû ya li Kolana Tûrûnçluyê de mabû, diyar kir ku hemû zarokatiya wî li gel avahiyan xera bûye. Îmseytoglûyê ku di erdhejê de keça xwe ya 3 salî, malbat û cîranên xwe rizgar kir, diyar kir heke alîkarî zû bihata wê gelek kes bihata rizgarkirin. Îmseytoglû got “Kesên ku min ew nas nedikir, ji bo rizgariyê ji bin kavilan bangî min dikirin. Min nikaribû bi tena serê xwe van kavilan rakim. Ez li bendê mam, difikirîm ku dewlet wê bi her awayî alîkariyê bide, lê piştî nîvro min dît ku ne dewlet; TKP, TOP û TÎP e hatine alîkariyê.”

Îmseytoglû, diyar kir ku li taxa ku AFAD'ê qet nehatiyê, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji aliyê dildar û karkerên madenê ve tên kirin. Îmseytoglû, anî ziman ku AFAD'a ku ji bo alîkariyê nehat, vînçên ku bi pereyan anîne jî desteser kirine û got, "Alîkariyên ku xizmên me û saziyên Elewiyan ên ji derveyî welat şandin, bi hinceta Rewşa Awarte desteser kirin. Turk Telekom di vê pêvajoyê de têk çû. Cenazeyên me di bin kavilan de ne, ez hewl didim bi wan re têkiliyê deynim lê fatûreyan ji min re dişînin.”

Îmseytoglû destnîşan kir ku wî nikariye aqûbeta xizma xwe Lûtfiye Îmseytoglû ya ku bi saxî ji bin kavilan hatiye rizgarkirin hîn bibe û got “Ew birin Nexweşxaneya Defneyê û pişt re sewqî cihekî din kirin, lê em nizanin ew li kîjan nexweşxaneyê ye. Qeyd jî tune. Ev 10 roj in em hewl didin, bajar bi bajar, nexweşxane bi nexweşxane, wê bibînin.”

Îmseytoglû anî ziman ku piraniya cenazeyan bêyî agahiya malbatan hatine veşartin û wiha got  “Cenazeyên ku 3 roj in li ser peyarê mane, birin goristana komî ya li Narlica ya li ser rêya Reyhanliyê. Ji ber ku qeyd nayên girtin cenaze nayên dîtin. Ji ber ku nasname jî nehatiye tespîtkirin. Dema me li wir ji polîs pirsî got ku piştî 5-6 mehan wê li ser malpera walîtiyê lîsteya nasnameyan bên eşkerekirin. Navê van cenazeyan wê 5-6 meh şûnde were eşkerekirin.”

Îmseytoglû diyar kir ji ber ku ew Elewî ne, terkî mirinê hatine kirin û got “Em bi tenê hatin hiştin. Di 4 rojên pêşîn de deng ji kavilan hat lê alav tunebûn. Piştî ku alav hatin îcar deng ji kavilan nedihat. Hemû hevalên min li vir bûn. Ne mumkun e, ez vî tiştî ji bîr bikim. Ez ê nehêlim zarokê min ê 3 salî jî ji bîr bike.”