TJA: Divê têkoşîna ji bo Abdullah Ocalan li her derê were geşkirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya salvegera komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand û bang kir divê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan li her derê were geşkirin.

TJA'yê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bi taybetî bal kişand ser keda mezin a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye têkoşîna azadiya jinên Kurd.

TJA'yê tespîta Abdullah Ocalan a "Dewlet û pergala desthilatdariya mêr di navenda krîzên civakî de ne" bi bîr xist ku got, "Me ev yek careke din di erdhejê de dît. Me dît ku hemû mekanîzmayên dewletê li şûna ku bersivê bide pêdiviyên civakê, ji bo parastina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê seferber bûne. Her çiqas erdhej karesateke xwezayî be jî, ev asta wêranbûnê ne xwezayî ye.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin “Ji ber rastiya şer dewlet di bin kavil û xirbeyan de maye. Hemû derfetên dewlet û civakê ji bo balafirên şer, bomberdûman, çek, fîşek û hêzên mîlîtarîst ên çete hatine bikaranîn. Pereyên mezin ên ku bi hinceta şer kontrola wan dihat astengkirin, ji aliyê n sermaye û desthilatdariyê ve hatin parvekirin.

Ligel ku berdêla ji bo şer li holê ye, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digot ‘Destûrê bidin, ez di nava hefteyekê de şer bi dawî bikim’ û bi ser de Ocalan di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, ev tişt bûne sedem ku dewlet di bin kavilan de maye. Navenda tecrîdê Îmrali ye û bi vê re tê xwestin ku bi tecrîdê de civak nikaribe li ser xwe be.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in di bin tecrîdê de rastî êşkenceyê tê. Li Îmraliyê ne hiqûq; tecrîda taybet tê meşandin. Hêzên navneteweyî yên tevlî komployê bûne jî di kûrkirina tecrîdê de rola xwe dilîzin. Di mînaka Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) de jî derket holê ku bi erêkirina NATO'yê ku di hemû mijaran de piştgiriyê dide Tirkiyeyê, tecrîd kûrtir bûye. Ji ber ku hiqûqa navneteweyî li Îmraliyê nehat sepandin, bû hevparê sûcên li dijî mirovahiyê.

Berxwedana herî mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li dijî pergala êşkenceyê, avakirina hêvî û baweriyê ye ya ku bi paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê diyar dike ji bo mirovahiyê cîhanek din pêkan e. Abdullah Ocalan bi civakê re têkiliyeke xurt ava kiriye û bi îzolasyona li ser wî re, tê xwestin ku bi hebûn û fikrên xwe ew bandorê li civakê neke. Lê ligel van tiştan jî felsefeya civakî ya Abdullah Ocalan, civaka Kurdan di serî de, bersivekê ji xwe re dibîne. Bi hevgirtina ji bo erdhejê de ku civak li benda dewletê nesekinî, di şoreşa jinan a Rojava de û di slogana ‘Jin, jiyan, azadî’ de ya ku ji Rojhilat li temamî dinyayê belav bû, xwe dide der.

Divê bi lezgînî tecrîda girankirî ya li dijî mirovahiyê bi dawî bibe û parêzerên Ocalan di zûtirîn demê de bi Ocalan re têkiliyê deynin. Em careke din komploya navneteweyî ya ku di sala 25’an de ye şermezar dikin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî, ji dêvila ku Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de be, divê azadiya wî were mîsogerkirin. Ji bo vê jî divê li her qadê têkoşîn were geşkirin.”